Li Tebqa derbên giran li hucreyên DAIŞ’ê hatin xistin
Vê sibehê li dijî hucreyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Tebqa ya Bakûrê Sûriyeyê operasyoneke berfireh hate kirin. Di operasyonê de bi denan çete hatin girtin.
Vê sibehê li dijî hucreyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Tebqa ya Bakûrê Sûriyeyê operasyoneke berfireh hate kirin. Di operasyonê de bi denan çete hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê, ragihand ku di saetên sibê de li bajêr li dijî hucreyên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke berfireh dane despêkirin. Hate diyarkirin kuoOperasyon bi pêşengtiya yekîneyên îstixbaratê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê û bi desteka hêzên QSD’ê ve hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de bi ser gelek hucreyên çeteyên DAIŞ’ê de hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de têkildarî operasyona hê dom dike de jî ev tişt hate gotin: “Operasyonên li navenda bajarê Tebqa, gund û bajarokên El-Cerniye û El-Mensûra û dîsa xeta dikeve başûrê çemê Firat a li dijî hucreyên çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.”