Rejîma Îranê dixwaze girtiyên Kurd îşev îdam bike
Li gorî agahiyan, rejîma Îranê wê îşev girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku pismamê hev in, darve bike.
Li gorî agahiyan, rejîma Îranê wê îşev girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku pismamê hev in, darve bike.
Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku ji sala 2009'an û vir ve li Îranê girtî ne, bi cezayê îdamê dihatin darizandin. Her du pismam li zindana Recaî Şehr in û tê gotin ku roja Çarşemê (5'ê Îlonê) ew xistine hucreya yek kesî.
Hate ragihandin, Îtlahatê îro bang li malbatên her du pismaman kiriye ji bo hevdîtina dawî bikin û ji malbatan re gotiye ku Zanyar û Luqman Mûradî wê îşev werin darvekirin.
Zanyar Mûradî kurê aktîvîstê Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Îkbal Mûradî ye ku 18'ê Tîrmehê li Pencewînê hatibû kuştin.