Ji bo Demîrtaş 4 sal û 8 meh, ji bo Onder jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Biryar li ser rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Demîrtaş û parlamenterê berê yê HDP’ê Onder ên bi îdîya “Propagendeya rêxistinê kirin” dihatin darizandin hat girtin. 4 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş û ji bo Onder jî 3 sal û 6 meh hate birîn.

Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirne girtî ye û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sırri Sureyya Onder, li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Eskeran salon dorpêç kir. Danişîn li Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî hat dîtin. Demîrtaş bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Onder jî li salonê amade bû. Dîsa endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP), Konsolosên Kanada û Swêdê, parêzerên ji Baroya Londra tev li danişînê bûn. Dîsa parlamenterên HDP'ê Dilşad Canbaz, Zuleyha Gulum, Erol Katircioglu, Tuma Çelik û gelek kesên din li salonê amade bûn. Eskeran di lêgerîna erebeyan de alên HDP'ê desteser kirin.

DEMÎRTAŞ PARASTIN NEKIR

Demirtaş diyar kir ku 2 roj berê mutala dane wî û wiha got: "Min berê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê parastin kir. Ez bi SEGBİS'ê beşdarî vê danişînê bûbûm. We ev parastin xist dosyayê. Ji ber vê yekê niha naxwazim parastin bikim. Ez dixwazim parêzerên min mafê axaftinê bistînin.

Prz. Firat Epozdemir mafê axaftinê kir û wiha got: "Bendewariya me ji rêzdar dadgeha we ewe ku hûn li gorî hukmên usulê tev bigerin. Parastina min a li 2'emîn Dadgeha cezayên Giran a Bakirkoyê wekî parastina dawî bê destgirtin ne hiqûqî ye. Pişti axaftina parêzeran û parastina Sirri Sureya Onder heyetê navber da.

Heyetê di derbarê Demirtaş de 4 sal û 8 meh û di derbarê Onder de jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.