BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 18'AN DE YE

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 18'an de ye. Di şerê duh de herî kêm 59 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Hûn dikarin agahiyên dawî yên li ser berxwedana serdemê ji bloga me ya zindî bişopînin.

23:48

Oparasyona paqijkirinê ya şervanên YPG/YPJ’ê ya li gundê Şêxurzê ya girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê didoome. Di operasyonê de panzerek hate rûxandin, panzerek û gelek cebilxane ketin destê şervanên YPG/YPJ’ê.

 

23:10

Artêşa Tirk a dagirker gundên Erebwêran û Umera yên navçeya Şera topbaran dike.

19:57

Dîmenên şerê duh li gundê Hec Bilal yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê...

 

19:45

Ji 100 zêdetir parlementerên PE’yê, îmzeya xwe li bin banga bi sernavê “Ji bo aştî û diyalogê, êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê bidin rawestandin” dan. Parlementerên pankarta “Efrîn ne bi tenê ye” vekirin, têkildarî bangê daxuyaniyek dan.

 

17:46

Nûnerên PE’yê: Li Efrînê li dijî Erdogan divê em parastina Kurd bikin

Nûnerên komê yên PE’yê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin, ‘Li Efrînê divê em parastina Kurdan bikim.’’

 

17:01

Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku li derdora gundê Hemamê yê Cindirêsê ya bi ser Efrînê wesayîteke artêşa Tirk a dagirker hatiye îmhakirin.

Duh jî 2 tank û wesayîteke artêşa Tirk hatibû îmhakirin.

16:50

Artêşa Tirk êrîşî goristanê dike

Artêşa Tirk a dagirker ku di êrîşên li ser Efrînê de têk çû, êrîşî ‘Goristana Şehîd Seydo’ a li Cindirêsê dike.

 

16:35

Artêşa Tirk a dagirker careke din Goristana Şehîd Seydo ya herêma Cindirêsê topbaran dike.

16:07

QSD’ê bîlançoya roja 18’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya roja 18’an a ‘Berxwedana Efrînê’ eşkere kir.

 

16:01

Artêşa Tirk a dagirker gundên Meydankê û Çema yên navçeya Şera topbaran dike.

16:01

NY: Di êrîşên li ser Efrînê de kesên sîvîl zirarê dibînin

 

15:49

Di deh hezaran kesên ku duh gihiştibûn Efrînê niha jî berê xwe dane Cindirêsê.

15:18

Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 148 sivîl hatin kuştin

Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 26 jê zarok, 17 jê jin heta niha 148 sivîl şehîd bûne.

Encela Reşo bal kişand ser wê yekê ku hê hin sivîlên di binê enqazan de mane hene û ew bi çarenûsa wan nizanin.

Di daxuyaniyê de Encela Reşo da zanîn ku 55 jê jin, 40 jê zarok 365 sivîl birîndar bûne. 

Wekî din diyar kir ku ew ê nasnameya welatiyên şehîd û birîndar bûne bi belgeyan di dema pêş de ji raya giştî re ragihînin.

13:59

 

13:51

Artêşa Tirk a dagirker ji qereqola li Reyhanliyê topan diavêje gundên Çeqela Jêrîn û Çeqela Navîn ên navçeya Cindirêsê.

13:49

 

13:35

Fermandarê YPG'ê Hemo: Fuze ne yên DYA'yî, ne jî yên Rûs in

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir, dewleta Tirk tevî ku bi rengekî giran êrîş dike jî li Efrînê nikare bi pêş ve biçe û got, dewleta Tirk çav berdaye Helebê.

 

13:00

Nûçegihana ANHA'yê Şervîn Mistefa çû gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê ku tenê bi kîlometreyekê dûrî sînorê Tirkiyeyê ne.

 

12:58

Berdevka YPJ'ê: Dewleta Tirk dersa xwe ya nû ji Efrînê distîne!

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah got, "Ên bêdeng êrîşên dewleta Tirk dipejirînin. Lê yên ku ji Kobanê ders negirtine niha li Efrînê derseke baştir digirin."

 

12:44

STÊRK TV ji Efrînê weşana zindî dike

 

12:03

620 hunermendên Îranî destek dan berxwedana Efrînê

620 hunermend, lîstikvan, derhêner, nivîskar, mûzîsyen, helbestvanên Îranî mohra xwe danîn binê kampanya îmzeyan a ji bo Efrînê.

 

11:28

Li bajarokê Kotana yê navçeya Bilbilê, sivîla bi navê Emîne Xelîl horo ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, birîndar bû. -ANHA

11:17

Gundê Hacbîlal ji dagirkeran hate paqijkirin

Li gundê Hacbîlal ê navçeya Şiyê ya Efrînê, duh bi şev di navbera hêzên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker-çeteyên artêşa azad-DAÎŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Vî şerî heta ber destê sibehê dewam kir.

Di encamê de gund bi temamî ji hêzên dagirker hate paqijkirin.

10:57

Gundiyên li ser sînor ku ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê xaniyên wan xera bûn, ji aliyê gel û komunan ve tên pêşwazîkirin. Efrîniyan deriyê mala xwe li welatiyên xaniyên wan xera bûne vekirin.

 

10:56

 

10:55

 

10:55