BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 17'AN DE YE

'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê di roja 17'an de ye. Êrîş û şer dewam dike. Bi sed hezaran kesên ji herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rê ketin, meşa xwe ya ber bi Efrînê ve didomînin. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

00:06

YPG'ê ragihand ku îro li gundên Alaqina, Dîkmetaş û Girê Qistelê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê 50 leşker û çeteyên OSO hatine kuştin.

23:41

Bi hezaran kesên ku ji her deverên Bakurê Sûriyeyê ketibûn ser rê gihiştin Efrînê.

23:41

Li Elmanyayê ya ku her diçe nerazîbûnên li dijî bikaranîna çekên Elman a li Efrînê zêde dibe, li avahiya Serokwezîrtiyê bi girafîka ‘Qirkirin’ hatî nivîsîn hate protestokirin.

23:40

NÛ BÛ-YPG/YPJ'ê li Efrînê lêxistin: 10 leşker û çete hatin kuştin

Şervanên QSD’ê li dijî leşkerên li derdorî gundê Alaqina ya Şera bi cih dibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 10 leşker û çete hatin kuştin.

 

22:57

Şervanên QSD’ê li dijî leşkerên Tirk û çeteyên wê ku li nuqteyek ya gundê Alaqina ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin.

21:26

Şervanên QSD’ê, li gundê Şediye yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê, atêşa Tirk û çeteyên wê xistin kemînê. Di çalakiyê de 9 leşker û çete hatin kuştin.

20:02

Şervanên QSD’ê dîmenên rûxandina tanka li navçeya Şiyê ya Efrînê weşand. 

 

19:45

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şehîd Seydo ya li herêma Cindirêsê topbaran dike.

 

19:14

Di çalakiya şervanên YPG’ê ya li gundê Xelîl a girêdayî navçeya Mabata li dijî artêşa Tirk a dagirker de, wesayîtek hate rûxandin û 8 leşker û çete hatin kuştin.

 

18:55

PYD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sûcên şer dike, bang li komîteya NY’yê û Konseya Ewropa kir.

 

17:49

Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û çalakiyên roja 17’an eşkere kir. QSD’ê ragihand ku herî kêm 17 leşker hatine kuştin û 2 tank jî hatine rûxandin.

 

15:37

Li gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera ya Efrînê di navbera hêzên dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şerekî dijwar diqewime.

15:29

Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirkeri li navenda Cindirêsê sivîlekî 67 salî birîndar bû. -ANHA

15:18

YPG'ê dîmenê tanka hate rûxandin weşand

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro li gundê Bekê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê tankeke hêzên dagirker rûxandibûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê tanka hate rûxandin weşand.

 

15:01

Artêşa dagirker top avêt avahiya Heyva Sor

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi kuştina sivîlan hewl didin li Efrînê bi pêş ve biçin, vê carê bombe li avahiya Heyva Sor barandin ku ev sazî alîkariya însanî bi mirovan dike.

Navenda Heyva Sor a Kurd a li navçeya Raco ya Efrînê bû hedefa topên artêşa Tirk a dagirker.

Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî bombe avêtibû ambûlansa Heyva Sor a Kurd.

14:57

Cenazeyê 22 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin veşartin

 

14:47

2 hezar û 500 Swîsreyiyan ji bo ‘Efrînê’ bang kirin

2 hezar û 500 siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, nivîskar û nûnerên saziyên civakî û yên mirovan xwestin êrîşên li ser Efrînê werin sekinandin. Ev daxwaz pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.

 

14:34

Tîma Bagerê ya YPJ'ê tankeke din rûxand

Tankeke din a artêşa Tirk a dagirker, li gundê Hesirke yê navçeya Cindirêsê ji aliyê endamên Tîma Bagerê ya YPJ'ê ve hate rûxandin.

 

14:29

Meşa ber bi Efrînê, ku bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re" tê lidarxistin, dewm dike. Bi hezaran kesî ji Minbicê berê xwe dan Efrînê. -ANHA

13:47

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatî silav dan berxwedana Efrînê

Dayikên Aştiyê yên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi wesîleya salvegera şehadeta gerîlayên PJAK'ê Ferzad Kerîmî (Hêja Medya), Bêrîvan Hejar û Şiyar Van li hev civiyan.

Dayik li mala Kerîmî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Di merasîma bîranînê de berxwedana hêzên QSD, YPG/YPJ û gelê Efrînê hat silavkirin.

 

13:47

Artêşa Tirk a dagirker bi top û obusan bombeyan li navenda navçeya Raco dibarîne.

13:06

Li Şerayê şerekî dijwar diqewime: Derbeke giran li dagirkeran hate xistin

Li gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera ya Efrînê, şerê ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ-El Nûsra rû da, dewam dike.

Çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandin ku di vî şerî de gelek leşker û çete hatine kuştin. Şer hê jî dewam dike.

13:01

QSD: Gundê Şêxûrzê û girên li derdorê ji dagirkeran hatin paqijkirin

Fermandariya QSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gundê Şêxûrzê û hemû girên li derdora gund ên li navçeya Bilbilê ji leşker û çeteyên Tirk ên dagirker hatine paqijkirin.

 

12:29

Li Efrînê tankeke din jî hate îmhakirin

Hat hînbûn ku şervanên QSD’ê li Girê Gundê Bûkê yê navçeya Bilbilê tankeke din jî îmha kirin û li vê derê 5 leşker û çete jî hatin kuştin.

 

12:28

Artêşa Tirk a dagirker û şirîkên wê DAÎŞ-El Nûsra-Artêşa azad ku li hemberî berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nikarin bi pêş ve biçin, êrîşî cih û warên sivîlan dikin.

Artêşa dagirker topan diavêje navçeya Cindirêsê.

 

11:59

Bi sed hezaran mirovên ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê ji Şengalê û herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê bi rê ketin gihîştin Minbicê.

11:57

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje Cindirêsê

Artêşa Tirk a dagirker û şirîkên wê DAÎŞ-El Nûsra-Artêşa azad ku li hemberî berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nikarin bi pêş ve biçin, êrîşî cih û warên sivîlan dikin.

Artêşa dagirker topan diavêje navçeya Cindirêsê.

10:48

Meşa ber bi Efrînê ve di roja duyemîn de ye

 

10:19

Meşa ber bi Efrînê ve, ku ji herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û ji Şengalê dest pê kir di roja dudiyan de ye. Hûn dikarin agahiyên dawî û dîmenên vê meşê bi rêya ajansa me peyda bikin û bişopînin.

10:18

Meşa ber bi Efrînê ve, ku ji herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û ji Şengalê dest pê kir di roja dudiyan de ye. Hûn dikarin agahiyên dawî û dîmenên vê meşê bi rêya ajansa me peyda bikin û bişopînin.

10:17

Prof. Fansa: Perestgeha Îştarê ya 3 hezar salî hate hilweşandin

Arkeolog Porf. Dr. Mamoûn Fansa diyar kir ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, perestgeha Îştar a 3 hezar salî ya dema Hîtîtan a li Efrînê hilweşiya ye.

 

10:16

YPJ'ê li Efrînê panzereke din a artêşa Tirk rûxand

Şervanên YPJ'ê li  derdora gundê Şîltehtê yê navçeya Şera panzêreke din a artêşa Tirk a dagirker rûxandin.