QSD'ê nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

QSD'ê nasnameya 7 têkoşerên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandina QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Şervanên me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û derbên giran li wan dixin. Di berxwedana dijî dagirkeriyê de 7 şervanên me ku bi lehengî şer kirin gihîştin asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re dixwazin û soz didin hemû cangoriyên azadiyê ku em ê berxwedana li dijî dagirkeriyê bidomînin. Em ê bi ruhê şehîdên xwe heta hinasên dawî têbikoşin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

BIRUSK EFRIN

Navê tevgerî: Birûsk Efrîn

Nav û paşnav: Abdîn Weqas

Navê dayîkê: Suad

Navê bav: Cemîl

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn(gundê Mosaka yê herêma Raco)-2′yê Sibata 2018′an

ERIS OMID

Navê Tevgerî: Êrîş Umîd

Nav û paşnav: Oxir Bomîn

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn(gundê Memela yê navçeya Raco)- Çileya 2018′an.

HECAR AMED

Navê tevgerî: Hejar Amed

Nav û paşnav: Şêxmûs Efa

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Memela yê navçeya Raco)-Çileya 2018′an

MEZLUM NESRIYA

Navê tevgerî: Mezlûm Nesriye

Nav û paşnav: Hesen Hesen

Navê dayîkê: Sebah

Navê bav: Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (herêma Cindirêsê)-2′yê Sibata 2018′an

SIDAR CUDI

Navê tevgerî: Sîdar Cûdî

Nav û paşnav: Hesen Barn

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Memela yê herêma Racoyê)-Çileya 2018′an

FECIN ELI SER

Navê tevgerî: Vejîn Elî Şêr

Nav û paşnav: Semîra Osman

Navê dayîkê Elîf

Navê Bav: Ebdulrehman

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Memela yê Racoyê)-31′yê Çileya 2018′an

XEBAT DILSER

Navê tevgerî: Xebat Dilşêr

Nav û paşnav: Seydvan Şahîn

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (navçeya Bilbilê)-1′yê Sibata 2018′an