Fermandarê YPG'ê Hemo: Fuze ne yên DYA'yî, ne jî yên Rûs in
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir, dewleta Tirk tevî ku bi rengekî giran êrîş dike jî li Efrînê nikare bi pêş ve biçe û got, dewleta Tirk çav berdaye Helebê.
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir, dewleta Tirk tevî ku bi rengekî giran êrîş dike jî li Efrînê nikare bi pêş ve biçe û got, dewleta Tirk çav berdaye Helebê.
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo ji rojnameya El Şarq El Awsat re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ev 18 roj in êrîşî Efrînê dike, lê dike nake nikare encama dixwaze bi dest bixe. Hemo got, "Tirkiye hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne. Dixwaze herêma Hefrînê û gundên li rojhilat û rojavayê helebê dagir bike. Ji ber ku Erdogan Helebê weke parçeyek ji Împaratoriya Osmanî dibîne. Dewleta Tirk li hin cihan bi 500 metreyan, li hin cihan jî bi 3 kîlometreyan ji sînor derbas bûye. Lê ev yek destketî nîne."
Hemo diyar kir, bi berxwedana şervanên QSD'ê heta niha 11 tankên dewleta Tirk hatine teqandin û gelek leşker hatine kuştin.
'EM DESTEKÊ JI KESÎ NAGIRIN'
Hemo da xuyakirin ku li gel hemû êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê e desteka leşkerî ji ti cihî nagirin û got, "Fuzeyên ku em li Efrînê li dijî dewleta Tirk bi kar tînin, ne fuzeyên Amerîkî ne jî yên Rûsî ne. Ji xwe Amerîka gelek car in dibêje ku ti têkiliya wan bi Şehba û Efrînê re nîne. Hêzên me tenê li rojhilatê Firatê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi hêzên koalîsyonê re tevdigerin."