NY: Di êrîşên li ser Efrînê de kesên sîvîl zirarê dibînin

Tîma Alîkariya Mirovî ya NY a Sûriyeyê û Nûnertiya ÛNÎCEF a Sûriye ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de mirovên sivîl zirarê dibînin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê di roja 18’an  de didomin, ÛNÎCEF û Tîma Alîkariya Mîrovî ya Netewên Yekbûyî ya Sûriyeyê têkildarî rewşa heyî daxuyaniyek da.

‘ZAROK Û SIVÎL BANDOR DIBIN’

Nûnerê ÛNÎCEF a Sûriyeyê Fran Eqûîza li Buroya Netewên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku di êrîşan de welatiyên sivîl zirarê dibînin.

Eqûîza bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û wiha got; “Ji 20’ê Çileyê ve ji ber rewşa şer a giran 15 hezar sivîlên li bejahiya Efrînê dijîn warên xwe terk kirin û derbasî navenda Efrînê bûne.”

Eqûîza got ku zarok û koçberên li wargehên penaberan yên li Efrînê ji êrîşan bandor dibin û diyar kir ku çûyîna li herêmê gelek zehmet e.

‘HER KU ÊRÎŞ GIRANTIR BIBIN, WÊ SIVÎL HÊ ZÊDETIR BANDOR BIBIN’

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Tîma Alîkariya Mirovî ya NY a Sûriyeyê ve hatî dayîn de jî hate gotin ku li gelek navendan welatiyên sivîl pêdiviya wan bi alîkariyê heye û her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku sivîl ji êrîşan bandor dibin û wiha tê gotin; “Her ku êrîş li ser Efrînê girantir bibn wê hejmara sivîlan yên ji êrîşan bandor dibin jî zêdetir bibin.”