Efrîn di çapemeniya cîhanê de

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di çapemeniya cîhanê de cih digire.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di çapemeniya cîhanê de cih digire.

LE FÎGARO: GELO ARTÊŞA TIRK TÊK DIÇE?

Di rojnameya Fransayê ya bi navê Le Fîgaro de ji aliyê nûçegîhanê wan ê Stenbolê Delphîne Mînoî ve nûçeyek hatiye amadekirin û di nûçeyê de qala windahiyên zêde yên artêşa Tirk dike. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, ji roja ku operasyona dagirker dest pê kiriye û heta niha windahiyên herî zêde van rojan pêk hatiye.

Di nûçeyê de tê gotin ku, “Li gorî gelek analîst û çavdêran, dewleta Tirkiyeyê ji dêvila ku nêzî Efrînê bibe, tenê hinek cihên nêzî sînor bi dest xistiye.”

Di nûçeyê de bal tê kişandin ser vî tiştî, dibe ku dagirkeriya Efrînê ji bo Erdogan encamên giran bi xwe re bîne.

LI GORÎ ŞER SÊ TEXMÎN HENE

Pisporê Centûry Foûndatîonê Aron Lûnd ji rojnameya Le Fîgaro re axiviye û diyar kiriye ku têkildarî şer sê texmîn hene. Yek, heke Tirkiye di vî şerê li dijî Efrînê de bi ser bikeve wê ev şer dirêj û ‘bi maliyet’ be. Ya duyemîn artêşa Tirk li hemberî şervanên Kurd têk biçin.

Di nûçeyê de texmîna sêyemîn jî ev e ku, rejîma Şamê bi awayê veşartî piştgiriya YPG’ê bike û herêmên Kurdan dîsa têxe bin kontrola xwe.

FAZ: DI DEMA DIRÊJ DE WÊ EV OPERASYON BI SER NEKEVE

Rojnameya Frankfûrter Allgemenîne Zeîtûgn (FAZ) a Elmanyayê jî cih daye nêrînên Mîchael Martens. Nivîskarê FAZ’ê Martens diyar dike ku ji bo dema dirêj wê ev operasyona Tirkiyeyê bi ser nekeve û diyar dike ku, Efrîn were dagirkirin jî wê ev tişt bi şerê bajaran yê gelekî dirêj pêk were.

Di analîzê de tê diyarkirin ku, heke dagirkeriya Tirkiyeyê mayînde be, wê li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaneke mezin çêbibe û ew ê ‘korîdora terorîst’ bi destê Kurdan were çêkirin.

TRÎBÛNE DE GENEVE LI SER QETLÎAMA SIVÎLAN SEKINÎ

Rojnameya Trîbûne de Geneve ya li Swîsreyê jî qala trajediya mirovahiyê ya li derdora Efrînê hate kirin. Rojname diyar dike ku Tirkiye li Bilbilê û Racoyê gelek nexweşxane û dibistan kiriye hedef. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku ji gundên Efrînê nêzî 15 hezar kes hatine herêmên hundir û ji ber tunebûna malzemeyên tibbî û dermanan, trajedî tê jiyîn.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku di warê leşkerî û tibbî de li Efrînê berxwedaneke mezin tê jiyîn. Nûçeyê cih daye bîlançoya Çavdêriya Mafên Mirovan ê Sûriyeyê (SOHR) û diyar dike ku nêzî 120 çeteyên OSO hatine kuştin.

Nûçe balê dibe ser gotina Angela Reşo ya ku di komîteya tendirustiyê ya Efrînê de ye û diyar dike ku ji ber êrîşan gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rojnameya New York Tîmes a DYA’yê jî diyar dike ku êşkenceya li dijî cenazeya şervana bi navê Barîn Kobanê, gelê Kurd hêrs kiriye.

Nûçegîhanê NYT’ê Rod Nordland ê ji Kobanê diyar dike ku ‘di vê vîdeoyê de hevkarê welatekî ji NATO’yê vî tiştî dike û çeteyên DAÎŞ’ê jî ev hovîtî nedikirin.’