620 hunermendên Îranî destek dan berxwedana Efrînê -NÛ BÛ
620 hunermend, lîstikvan, derhêner, nivîskar, mûzîsyen, helbestvanên Îranî mohra xwe danîn binê kampanya îmzeyan a ji bo Efrînê.
620 hunermend, lîstikvan, derhêner, nivîskar, mûzîsyen, helbestvanên Îranî mohra xwe danîn binê kampanya îmzeyan a ji bo Efrînê.
620 hunermendên Îranê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, duh li paytexta Îran Tehranê dest bi kampanya îmzeyan kirin.
Di metna kampanyayê de wiha tê gotin:
"Bi sedan sal e ku Rojhilata Navîn bûye birîndarê destê kesên bêaqil ên bangeşeya împaratoriyetê dikin. Ji Aşûran heya Erdogan her wiha bûye û herî zêde jî Kurd bûne qurbanî. Vê carê jî piştî gelek têkçûnan Erdogan fermana êrîşên li ser Efrînê daye.
Li dewsa ku Erdogan pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike, diyaloga ji bo aşitiyê ya bi gelê Kurd xera kir û Amed û Cizîra Bakurê Kurdistanê xiste hedefa êrîşên xwe. Her wisa penaberên Sûriyeyî jî dîl girt û bi vê bahaneyê bi milyonan pere ji Ewropa girt. Niha jî êrîşê Efrînê dike.
Em weke beşek ji hunermendên Îranî bang li hemû gelên azadîxwaz dikin ku li hemberî vî sûcê li dijî gelê Efrînê tê kirin bêdeng nemînin. Her wiha bang li hemû dewletên cîhanê jî dikin ku li ber van êrîşan rabin, daxwazê ji hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî dikin ku alîkariyê bidin gelê Efrînê."
Kampanya îmeyan dewam dike.