Nûnerên PE’yê: Li Efrînê li dijî Erdogan divê em parastina Kurdan bikin

Nûnerên komê yên PE’yê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin, ‘Li Efrînê divê em parastina Kurdan bikim.’’

Nûnerên komên siyasî yên Parlamentoya Ewropayê (PE) di daxuyaniya çapemeniyê ya asayî de helwesta xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirka a li ser Efrînê diyar kirim.

20 parlamenterên endamên PE’yê li kombûna giştî û li ber lijnedyê bi Ingilizî pankata, ‘’Efrîn ne tenê ye’, ‘Destê xwe ji ser Efrînê bikişînin’ vekirin.

Di daxuyaniyê de, ya li ser navê Komên Polîtîk yên PE’yê de ji bo êrîşên li ser Efrînê yên dewleta Tirk hate gotin, ‘’Neheq, parastina wê ne pêkan e û demildeste divê dawî lê were.’’

 ‘HEWLDANA DAGIRKIRINÊ DIVÊ DI CIH DE BIQEDE’

Serokê Koma Demokratên Sosyal Udo Bulan got: ‘’Êrîşên li ser Efrînê bi ti awayî nikare were qebûlkirin 3u parastin û sînorên wê ji bo ku binpêkirina hiqûa navnetewî ye divê di cih de dawî li vê hewldana dagirkirinê were. Heke dixwazin bi hinan re şer bikin divê ne li dijî gelê xwecih ê Efrînê divê li dijî DAÎŞ’ê û hevşibên wê şer bikin.’’

Li ser navê Koma Keskan jî Hevserok Phîlîpe Lamberts got, ‘’Rejîma Erdogan ne tenê li hundir, li ser Efrînê jî, ya ku di nav êşê de ye gefeke mezin e. Lê YE li şûna ku li dij Erdogan raweste weke di mijara penaberan de dest û piyê xwe girêdaye. Di têkiliyên YE û Tirkiyê de ji bo du aliyan a serdest pirnisandin e. Naxwe tê zanîn ku Erdogan zilamekî taloke ye.’’

 ‘TÊKILIYÊN BI ERDOGAN RE NIKARIN WERIN DOMDARKIRIN’

Serokê Koma Mihefezakar Manfred Weber got dewleta Tirk li Efrînê êrîşê bi ser Kurdan de tîne û got, ‘’Erdogan bi kirinên xwe her roj ji nirxên me dûr dikeve. Ev têkiliya berdest zêdetir nikare were domarkirin.’’

 ‘DIVÊ LI EFRÎNÊ EM PARASTINA KURDAN BIKIN’

Serokê Koma Yekîtiya Partiya Çeş Baby Zîmmer jî got, ‘’Divê êrîşa hêzên Tirk ên li ser Efrînê û firotina çekan a ji bo Enqerê di cih de raweste. Li Efrînê êrîş bi ser Kurdan de ye û divê Kurd werin parastin.’’