BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 44'AN DE YE

Berxwedana Efrînê di roja 44'an de ye. Hêzên dagirker ên dewleta Tirk bê navber êrîşî cih û warê sivîlan dikin. Li gelek eniyan şerekî dijwar diqewime. Bi rêya bloga zindî em agahiyên dawî ji we re radigihînin.

20:27

Li Cindirêsê bi hezaran kes meşiyan

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes li Cindirêsê kom bûn û bi armanca xwedîderketina li ‘Berxwedana Serdemê’ di bin bombebaran û topbaranê de meşiyan.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/li-cindirese-bi-hezaran-kes-mesiyan-93729

20:25

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û bi çekên giran gund û navçeyên Şera, Cindirêsê, Raco û Şiyê yên Efrînê bombebaran dike. Şervanên YPG/YPJ’ê jî li navçeya Şera û Bilbilê 2 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker rûxand.

 

18:18

Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve 33 sivîl şehîd bûne û bi vê re hejmara sivîlên şehîd bûye 212.

 

17:05

QSD: 9 jê JOH bi giştî 21 leşker û çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a 24 seatên dawî li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di şerê didome de heya niha 9 jê JOH bi giştî 21 leşker û çete hatine kuştin.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/qsd-9-je-joh-bi-gisti-21-lesker-u-cete-hatin-kustin-93721

15:50

NY: Ji Efrînê raporên ku mirov ditengijînin tên

Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Herêmî yê Sûriyê yê NY’ê Panos Moumtzîs bi daxuyaniyekê bang kir ku li tevahiya Sûriyê aliyên şer li gorî biryara agirbesta 30 rojî ya Konseya Ewlehiyê biçin.

https://anfkurdi.com/cihan/ny-ji-efrine-raporen-ku-mirov-ditengijinin-ten-93717

14:24

QSD'ê nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

Nasnameya 7 şervanên di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûn hate eşkerekirin.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/qsd-e-nasnameya-7-sehiden-berxwedana-serdeme-eskere-kir-93713

13:47

Dagirkeran jina 60 salî kuştin

Ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, li navçeya Şiyê ya Efrînê jina bi navê Zelûx Mihemed Hesen Daxlî ya 60 salî şehîd bû.

Cenazeyê Zelûx Mihemed Hesen Daxlî li goristana navçeyê hate veşartin.

13:41

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Qitmê û Meşalê yên navçeya Şera û gundê Kefercenê yê navçeya Cindirêsê dibarînin.

13:40

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/li-eniyen-berxwedane-yen-efrine-ser-giran-e-93708

12:43

Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girseya gel a diçe Cindirêsê kir

Bi hezaran Efrînî danê vê sibehê li ber nexweşxaneya Dersimê ya li navenda bajarê Efrînê li hev civiyan û ber bi navçeya Cindirêsê ve bi rê ketin ku bomberdûman û şerekî giran lê heye.

Beriya girseya gel bi rê bikeve, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mistefa Hesen axivî.

Hesen bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê û anî ziman ku êrîş li cih û warê sivîlan tê kirin û heta niha bi sedan sivîl hatine kuştin.

Hesen got, gel û şervanên Efrînê wê heta dawiyê li ber xwe bidin û ti carî rê nedin dagirkeran.

Girseya gel piştî axaftinê bi konvoyê berê xwe da navçeya Cindirêsê. Lê belê artêşa Tirk a dagirker topên obusê avêt konvoyê.

Tê gotin, ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye.

 

11:29

 

10:59

Bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şiyê, Cindirêsê û Raco dewam dike. Li gelek herêman di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa TC a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Agahiyên berfireh ên li ser bomberdûmanê û şer bi dest neketin.

10:57

 

10:57

 

10:57

 

10:56

 

10:56

 

10:56

Dimenên rûxandina wesayîta artêşa Tirk a tîpa BMP

YPG, dîmenên wesayîta artêşa Tirk a tipa BMP a di navbera gundên Çema û Omera ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de hate rûxandin weşand.

 

10:55

 

10:54