Ji Awûstralya heta Fransayê Kurd ji bo Efrînê daketin qadan

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, ji Awûstralya heta Fransayê Kurdistanî li gelek bajaran daketin qadan.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, ji Awûstralya heta Fransayê Kurdistanî li gelek bajaran daketin qadan.

AWÛSTRALYA

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û berxwedan hate slavkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa (NAV-KURD) mîtîngek bi vê armancê hate lidarxisitn û Koma Awûstralyayiyan a ji bo Kurdistanê destek da çalakiyê.

Profesorê Zanîngeha Vîctorîa John Tully li qada mîtîngê axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê ne yên qebûlkirinê ne û nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da.

Bi navê zaorkên Kurd Nûda peyivî û got, "Bila zarok nema di şer de bimirin."

Di mîtîngê de ku dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Tirkiye destên xwe ji Efrînê vekişîne" hatin qîrîn, hunermend Xanemîr strana xwe ya li ser Efrînê got.

YEWNANÎSTAN

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî ji meydana Akademiya heta Sefaretxaneya Tirk meşiyan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar kirin.

Li ber avahiya sefaretxaneyê mîtîngek hate lidarxistin û dirûşmên "Erdogan ê kujer ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Erdogan" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn.

Qisekeran gotin, berxwedana Efrînê wê bi ser bikeve û gelê Kurd wê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne.

HOLLANDA

Bi sedan Kurd li bajarê Rotterdam ê Hollandayê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

FRANSA

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li bajarên Toulouse, Rennes û La Rochelle jî hatin şermezarkirin.

Çalakiya li Toulouse ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinê ve hate orgnaîzekirin û gelek saziyên dost ên Fransî tevlî çalakiyê bûn. Çalakgerên ku li navenda bajêr meşiyan, li meydana Capîtolê mîtîngek li dar xistin.

Li Rennesê, Kurdistanî li Place de Cololmbierê li hev civiyan û êrîşkariya dewleta Tirk şermezar kirin. Tevgera Aştiyê ya Fransayê (M- Paix), Komeleya Dostaniya Kurdan a Broton (AKB), Partiya Demokrat a Broton (UDB), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Broton a Serbixwe (Breizhistance), Ciwanên Komunîst ên Fransayê (MJCF), Partiya Lîberal a Fransayê (AL) û gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê destek dan çalakiyê.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.

Li La Rochelle jî berxwedana Efrînê bi çalakiyekê hate slavkirin. Çalakgeran bi qîrîna dirûşman ji Place de Gabut heta Vieux Portê meşiyan.

AWÛSTÛRYA

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê li meydana Westbahnhofê li hev civiyan û heta navenda bajêr Stephansplatzê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Terorîst, kujer Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî YPG/YPJ" û "Bijî piştgiriya Enternasyonal" hatin qîrîn.

Piştî meşê Dr. Sabrî Hesekê bi navê PYD'ê axivî û destnîşan kir ku ewladên leheng ên gelê Kurd li Efrînê dîroka berxwedanê ji nû ve dinivîsînin. Hesekê diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên wê ku li pêşberî berxwedana serdemê bêçare mane, bi kuştina sivîlan hewl didin têkçûna xwe veşêrin.

FÎNLANDIYA

Ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û meş û mîtîngek li dar xistin.

Çalakgerên li meydana Kampî li hev civiyan, dewlet Tirk şermezar kirin û berxwedana Efrînê slav kirin. Piştre ber bi Dêra Spî ya dîrokî meşiyan.

Di meşa 4 kîlometreyî de li ser armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin, pankartên bi nivîsa "Gelê Efrînê bi tenê nîne", "Qirkirina li Efrînê rawestîne" û wêneyên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin hatin hildan.

Tevî serma û seqemê jî ku di binê sifirê 12 pile bû, 200 jê Fînlandî zêdeyî 700 kes tevlî çalakiyê bûn û çalakî 3 saetan dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan", "Dewlet Tirk ji Rojava bicehime", "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

NORWÊC

BELÇÎKA