KJK: Gelê Efrînê wê di vî şerî de bi ser bikeve

Koordînasyona KJK'ê ji bo gelê Efrînê ku 44 roj in li dijî hêzên dagirker li ber xwe dide peyameke nivîskî weşand.

Koordînasyona KJK'ê berxwedana dîrokî ya li Efrînê slav kir û ev peyam da:

"Beriya her tiştî em malbatên xwe yên şehîdan, jin, ciwan, zarok û tevahiya gelê xwe yê li bajarê Efrînê dijîn bi rêzdarî slav dikin. Li dijî êrîşên artêşa Tirk ku hêza herî faşîst, bêrehm û xedar a mirovahiyê ye û destekê ji dewletên super ên cîhanê digire, Efrînê bi sekna berxwedaneke bi heybet bersiv daye. Jin û gelên li bajarê Efrînê dijîn xwe gihandin sir rastiya berxwedanê. Gelê Efrînê bi ruhekî wêrek û leheng bersiv daye hişmendiya azadiyê û sozên dilsoziya bi welatê xwe re. Gelê Efrînê bi cihgirtina li kêleka QSD, YPJ-YPG û hêzên xweparastinê re careke din nîşanî tevahiya cîhanê daye ku jiyana azad mafê wan e û wê bi keda xwe vê jiyana azad teqez biafirîne. Çawa ku şervanên azadiyê yên YPG-YPJ'ê li Kobanê hêzên DAÎŞ'ê yên faşîst têk birin, aqûbeta dewleta Tirk a xwedî mejiyê DAÎŞ'ê ye û hevkarên wan jî wê bi heman rengî be. Tevgera me ya azadiyê ku di şexsê Rêber Apo de li Kurdistanê bi pêş dikeve, wê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi rengekî serketî bi pêş ve bibe û mezin bike. Ked û xwîna şehîdên Kurdistanê wê bibe hîmê bingehîn ê afirîneriya jiyana azad.

BERXWEDAN BI RENGEKÎ SERKETÎ DIDOME

Berxwedana Efrînê dewama berxwedana Cizîr, Sûr, Şengal, Kobanê û Helebê ye. Ji tecrûbeyên vê berxwedanê sûdê werdigire û bi rengekî serketî li ber xwe dide. Rastiya gelê şerker ku Rêberê me timî qalê dike, li Efrînê afirî ye. Çavkaniya herî mezin a ku moralê dide me ew e, ku rastiya gelê şerker û berxwedêr bi rengê herî rêxistinbûyî li Efrînê tê temsîlkirin. Ji ber vê yekê em berxwedana serdemê ya efsanewî ya li Efrînê, dilsoziya bi welat û xakê re pîroz dikni. Bi coş slav dikin.

GELÊN ME WÊ DI VÎ ŞERÎ DE BI SER BIKEVIN

Gelê me yê Efrînê yê leheng, welatparêz û hêja, jinên leheng ên Efrînê, ciwanên wêrek; Jin, gelê Kurd û gelên me wê di vî şerî de teqez bi ser bikevin. Li pişt me; nêrîna azadiyê, sîstem, felsefeya jiyanê û sekna Rêber Apo heye. Keda şehîdên me, gelê me, gelan û baweriyan, wêrekî û fedakariya ku ji bo parastina hebûna xwe nîşan dane, hene. Em dewama dîroka berxwedanê ne. Em jin û ferdên gelekî ne ku xwedî rûmeta geşkirina xeta berxwedanê bi rûmetdarî ne. Gelê Efrînê tevî doktor, hiqûqnas, rewşenbîr, ciwan, kedkar û zarokên xwe li ber xwe dide. 

Bi berxwedana Efrînê wê li vê derê jiyanek ji nû ve bê afirandin. Vê carê bi hêza ji berxwedanê wergirtî û bi baweriya ji xwe, em ê jiyaneke hê bedew biafirînin. Yên li Efrînê mane, şer dikin û li ber xwe didin, wê jiyana azad û bi rûmet li wê erdnîgariya bedew, li ber siya pîroz a darên zeytûnê li ser bingeha nirxên mirovahiyê ava bikin.

8'Ê ADARÊ PÎROZ BE

Gelên Efrînê wê rêveberiyên xwe bi pêş ve bibin, li axa xwe, lbi ziman, nasname û çanda xwe li ser bingeha xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê bi hev re bijîn.

Li ser vê bingehê em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi ruhê azadî-berxwedanê li gelê xwe, li gelan û jinên li bajarê Efrînê dijîn pîroz dikin.

Em dixwazin bêjin ku hemû jin, hemû gel û mirovahî hêzeke mezin ji sekn û berxwedana gelê Efrînê digirin. Li ser vê bingehê weke tevgera jinê ya Kurdistanê em careke din soz didin em ê berxwedana xeta azadiyê ya jinê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê geş bikin."