KJK'ê peyam da hêzên parastinê yên li Efrînê

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû hêzên parastinê yên li Efrînê slav kir.

Di daxuyaniya KJK'ê de hate destnîşankirin ku bi berxwedana Efrînê re wê jiyaneke nû û azad ji nû ve bê afirandin û hate gotin, "Berxwedana Efrînê ji niha ve bûye efsane, bûye helbest û stran. Li dilê mirovahiyê dineqişe."

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye: "Beriya her tiştî ji Herêmên Parastinê yên Medyayê em we bi hezkirin û coşeke mezin silav dikin. Ji ber berxwedana we ya serdemê ku hûn li dijî dewleta herî barbar û faşîst a cîhanê li dijî dewleta Tirk didin, em we pîroz dikin û silav dikin. Ya ku di şexsê we de raber bûye, temsîla herî xurt a ruhê azadiyê yê Rêber Apo, yê berxwedana zindana Amedê, yê jin, ciwan û gelên me yên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Kobanê, Şengal û Helebê ye. Di serî de YPJ û YPG hemû hêzên xweparastinê yên tevlî berxwedana Efrînê bûne, bersiva herî xurt û ya herî rast dane rêberê me yê azadiyê yê li Îmraliyê.

Şervanên azadiyê yên hêja, hevalên jin û hevrêyên enternasyonal ên tevlî berxwedana Efrînê bûne

Xeta me ya azadiyê, wekheviya jin-mêr û felsefeya jiyana azad bi rengekî serketî di berxwedana Efrînê de hatine temsîlkirin. Bajarê Efrînê bi berxwedaneke awarte xaka xwe, hebûn û nasnameya xwe diparêze. Şervanên azadiyê navê Efrînê bi rengekî ku ti carî jê neçe li dîroka berxwedana bi heybet a mirovahiyê neqişandine. Ji bo hêzên ku li dijî neheqî, newekhevî û bêedaletiyê têdikoşin, bûne çavkaniya hêviyê û mînakeke serketî. Li dijî dewleat Tirk a ku mejiyê wê mejiyê DAÎŞ'ê ye û hemû hêza teknîkê ya herî zalim a cîhana modernîst daye pişt xwe, bi hişmendiya azadiyê, bi dilên wêrek, bi lehengî û ruhekî şerker bersiv dane û şerê xweparastinê yê mafdar bia wayekî serketî kirine. Bajarê Efrînê di şexsê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û Slavan de di pêşengiya jinê de bi berxwedaneke fedayî bersiva herî bi heybet û herî bi bandor daye sîstema baviksalarî, faşîzmê, dîktatoriyê û cîhana mêrê serdest ê salim, komploger û derewîn. Jina azad dibe, Kurdbûna azad bibe, biryardariya jiyana xwişk û braitiyê ya bi hev re ya gelan li Efrînê careke din şîn bûne.

Di şexsê Efrînê de hêzên azadiyê û hêzên serdest-faşîst li dijî hev şer dikin. Dewleta Tirk a faşîst, bi feraseta xwe ya herî gemarî, serdest, faşîst û dîktator ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê dike û dixwaze vê feraseta xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike. Paşverûtî, faşîzm, serdestiya mêr û dijminatiya li gelan ku di şexsê dewleta Tirk de şênber bûye, ne tenê li dijî Kurdan, her wiha li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê nîşandan. Faşîzm feraseta xwe ya tekparêz-dewletperestiya netewe belav dike û ji jiyana azad, civaka azad û kesayetiya azad ên alternatîf gelekî ditirse. Sekna fedayî ya şervanên azadiyê; ruhê azadiyê yê mirovahiyê li ser bingeha xwişk û biratiya gelan li Efrînê ji nû ve şîn dibin.

Hevrêyên leheng, hevalên jin ên pêşengên azadî-berxwedanê

Bi ruhê jiyana azad ku ji aliyê ruhê berxwedanê yê Efrînê ve hatiye afirandin, em bi kêfxweşî û serbilindiya berxwedana we, 8'ê Adara 2018'an Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû hêzên me yên xweparastinê pîroz dikin. Jin, gelê Kurd, gelên Tirkmen, Ereb, Ermenî, Asûrî, civakên Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Yahûdî û Misilman ên li Rojhilata Navîn bi ruhê berxwedana Efrînê dest bi bihara 8'ê Adara 2018'an dikin.

Bi rengê Efrînê, li wê xaka bedew, li wê erdnîgariya bêhempa, li binê darên zeytûnê bi ruhê berxwedan û azadiyê wê jiyana nû û azad ji nû ve bê afirandin. Berxwedana Efrînê ji niha ve bûye efsane, bûye helbest û stran. Li dilê mirovahiyê dineqişe.

Ji ber vê yekê wê ruhê yekîtî û azadiyê yê gelê Kurd, xwişk û biratî, xeta azadiyê ya jinan, îradeya azad a gelan û mirovahiyê ya bi pêşengiya jinan û jiyana nû li Efrînê bi ser bikevin."