Ferat Koçak: Qedexeya li ser PKK'ê divê bi dawî bibe
Parlamenterê Die Linke yê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku eger hikumeta Elman piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be.
Parlamenterê Die Linke yê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku eger hikumeta Elman piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be.
Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) Ferat Koçak anî ziman ku weke partî ji xwe ew dixwazin qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin ku Kurdan krîmînalîze dike û wê mijarê careke din bixin rojeva Parlamenta Federal.
Parlamenterê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê gelekî girîng e û divê li Elmanyayê jî gavên li gorî vê pêvajoyê bêne avêtin.
Koçak diyar kir ku piştî Kongreya 12'emîn a PKK'ê divê qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê bê rakirin û anî ziman ku wê mijarê bixin rojeva Parlamenta Federal. Ferat Koçak got, "Weke Partiya Çep em alîgirê wê yekê ne ku qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê bê rakirin. Em ê li ser vê yekê pêşnûme pirsan pêşkêş bikin. Hikumeta Elman ji xwe diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê. Eger piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be, li Elmanyayê jî pêvajoya aştiyê pêk bîne."