Banga ji bo 'Meşa Aştiya Civakî'
Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' ya 31'ê Gulanê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, "Gelekî girîng e ku jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin."
Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' ya 31'ê Gulanê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, "Gelekî girîng e ku jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin."
Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman diyar kir ku divê dewlet û hikumeta Tirk daxwazên gelê Kurd li ber çavan bigirin û got, "Banga ku Birêz Abdullah Ocalan kir rêya çareseriyê ye. Di meşê de em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin û xwedî li vê çareseriya aştiyane û demokratîk derkevin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 31'ê Gualnê de li Amedê bi beşdariya bi hezaran jinên ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê 'Meşa Aştiya Civakî' lidar bixe. Jin wê ji bo ragihandina daxwazên xwe yên ji bo aştî û civaka demokratîk bimeşin. Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku jin bi rengekî cidî xwedî li pêvajoya nû derdikevin ku piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir. Arzû Karaman destnîşan kir ku ji bo aştiya civakî û civaka demokratîk jin pêşeng in û got, "Em ê israra xwe ya ji bo aştiyê û civaka demokratîk ji tevahiya civakê û gel re ragihînin. Em dubare dikin ku em xwedî li pêvajoya aştiyê derdikevin."
BANG RÊYA ÇARESERIYÊ YE
Arzû Karaman anî ziman ku şer û hilweşîn bandora herî giran li jinan dike, lewma pêwîstiya jinan hîn bêhtir bi aştî û civaka demokratîk heye û got, "Ji bo aştiya civakî li gelek deveran amadekariyên me dewam dikin. Em hewl didin ji gel re vebêjin bê ev pêvajo çiqasî cidî ye. Banga ku Birêz Abdullah Ocalan kir, hem ji aliyê gelê Kurd, hem jî ji aliyê PKK'ê ve li ber çavan hate girtin û gavên pêwîst hatin avêtin. Gelê Kurd êdî çareseriyeke demokratîk dixwaze, dixwaze çek bêdeng bibe. Gelê Kurd bi rastî jî ji vê pêvajoyê bawer dike û bi moraleke mezin xwedî li pêvajoyê derdikeve. Divê êdî dewlet û hikumeta Tirk gavên cidî biavêje. Divê dewlet vê pêvajoyê û daxwazên gelê Kurd li ber çavan bigire. Banga ku Birêz Abdullah Ocalan kir ji bo gelan, bi taybetî jî ji bo gelên Tirkiyeyê rêya çareseriyê ye."
BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI MEŞA AŞTIYÊ
Arzû Karaman diyar kir ku jin wê di 31'ê Gulanê de ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk bimeşin û got, "Em bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê dikin ku tevlî vê meşê bibin. Gelekî girîng e ku jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, xwedî lê derkevin. Li Amedê meşa ku em ê pêk bînin gelekî girîng e. Em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin û xwedî li aştî û çareseriya demokratîk derkevin. Em jin civaka demokratîk û aştiyê ji xwe re dikin esas."