NY: Ji Efrînê raporên ku mirov ditengijînin tên

Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Herêmî yê Sûriyê yê NY’ê Panos Moumtzîs bi daxuyaniyekê bang kir ku li tevahiya Sûriyê aliyên şer li gorî biryara agirbesta 30 rojî ya Konseya Ewlehiyê biçin.

Moumtzîs li ser biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya daxuyaniyeke nivîskî da. Moumtzîs got li gel ku di ser biryarê re heftiyek derbas bûye jî agirbest pêk nehatiye, rexne li vê rewşê kir û got, ‘’Li ser ewlehiya bi milyonan mirov a li tevahiya Sûriyê û li ser parastina wan fikarên me hene.’’

‘JI EFRÎNÊ RAPORÊN BI NAVEROKA MIRINA SIVÎLAN BI BERDEWAMÎ TÊN’

Moumtzîs got krîza mirovî ya li Gûtaya Rojhilat û Idlibê bênavber didome û got ji ber şerê heyî mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Moumtzîs got, ‘’Ji Efrînê raporên ku mirov ditengijînin ên li ser mirin û birîndarbûna sivîlan bi berdewamî tên’ û got ji ber sedema êrîşan bi deh hezaran mirov neçar mane ku şûnwarê xwe berdin.

Moumtzîs got hevkarên alîkariya mirovî yên Sûriyê û NY’yê ji bo alîkariyê bi sivîlan re bikin, yên li herêmên şer, hewl didin û got, ‘’Heta ku şer hebe em nikarin xebatên xwe yên alîkariya însanî bidomînin.’’

‘DIVÊ LI TEVAHIYA SÛRIYÊ AGIRBEST BI CIH WERE’

Moumtzîs ji bo ku alîkariya mirovî biçe ji sivîlan re bang li hemû aliyên şer ki ku li gorî biryara agirbestê ya 30 rojî ya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê biçin û hişyarî da ku li gorî hiqûqa navnetewî biçin. Moumtzîst got biryara Konseya Ewlehiyê ya NY’ê nikare were paşguhkirin û got, ‘’Piştî 7 salan divê êdî dawî li şer, mirina sivîlan û krîza mirovî were. Bi vê çarçoweyê em bang li hêzên navnetewî û saziyên navnetewî dikin ku tevbigerin.’’