BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 43'YÊ DE YE: BLOGA ZINDÎ

Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê di roja 43'yê de bi dijwarî didomin. Li eniyên Şera, Raco û Cindirêsê şerekî dijwar diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

22:28

Di şerê dijwar ê navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk û çeteyê wê li navçeya Cindirês a Efrînê qewimî de, herî kêm 12 leşker û çete hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên hatî sitandin, şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Hemîlkê li dijî leşker û komeke çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalekiyê de 3 çete hatin kuştin 5 çete jî birîndar bûn.

Li gundê Hecîlera jî leşkerên Tirk bûn hedefa şervanan, di şerê qewimî de 7 çete û 2 leşker hatin kuştin.

22:26

YPG, dîmenên wesayîta artêşa Tirk a tipa BMP a di navbera gundên Çema û Omera ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de hate rûxandin weşand.

 

19:42

Li sê eniyên Efrînê bi dijwarî şer diqewimin.  Şerê li navenda Raco û Şera û gundên Mabetayê jî dom dike. Li gundê Moseka yê Racoyê 9 endamên JOH û POH’ê hatin kuştin.

18:33

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Behdîna ya Mabatayê bomberdûman dike. Di encama bomberdûmanê de ziyanên mezin gihişte malên gundiyan…

17:30

QSD: 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin, bi dehan leşker û çete hatine kuştin

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir û diyar kir ku 5 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin û bi dehan leşker û çete hatine kuştin. Dîsa QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyê wê welatiyên sivîl rast e rast dikin hedef.

 

16:18

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenên kêliyê teqandina wesayîta leşkerî ya li gundê Celemê ya navçeya Cindirês a Efrînê parve kir.

 

15:54

Artêşa Tirk li Şerayê qetlîamek din pêk anî: 5 sivîl hatin qetilkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê warên welatiyên sivîl bi berdewamî dikin hedef. Li Şerayê 5 sivîl şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Meşalê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bombe kirin.

Li gorî agahiyên destpêk hate girtin, di encama bomberdûmanê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Hat ragihandin ku sivîlên birîndar jî hene.

Tevgera hewayî ya li herêmê hê jî dom dike.

15:23

Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Bedîna yê navçeya Mabata bombebaran dike.

15:17

Şervanên YPJ û YPG‘ê li gundê Baflonê a navçeya Şera erebeyek din a doçka ya artêşa Tirk rûxandin.

Li gundê Baflonê û Çema bi dijwarî berdewam dike.

14:45

Li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê wesayîta bi doçka ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate îmhakirin.

Tê payîn ku dîmenên îmhakirina wesayîta bi doçka di saetên pêş de were belavkirin.

14:45

Li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê wesayîta bi doçka ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate îmhakirin.

Tê payîn ku dîmenên îmhakirina wesayîta bi doçka di saetên pêş de were belavkirin.

14:34

 

14:27

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navçeya Şerayê û gundên Sînka, Çema û Baflonê bomberdûman dike.

13:49

Artêşa Tirk a dagirker navçeya gundê Mirkan a navçeya Mabetayê û navçeya Mabetayê bi obusan topbaran dike. Li gorî agahiyên destpêkê gelek sîvîl li vê derê birîndar bûne.

 

 

13:02

 

12:48

 

12:14

 Li derdora  navenda bajarê Racoyê, di navbera şervanên YPJ/YPG‘ê û  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer giran e..

11:34

 

11:33

Şervanên YPG û YPJ‘ê li gundên Baflonê û Çema yên  navçeya Şerayê wesayîteke leşkerî ya Mekzemîn ya çeteyan rûxandin. Hate ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên dagirkeran hene, li aliyê din miqtarek cebilxane kete destê şervanan.

11:23