ANALÎZ

Gerîla hebe yan jî nebe, êrîş li ser Mexmûrê dewam dikin!

Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser wargehê dema dikir, hebûna gerîlayên HPG û YJA Star’ê dikir hincet. Lê hate dîtîn ku sedema êrîşan ne hebûna gerîla ye. Piştî vekişîna gerîla, hîna salek jî temam nebûyî, dîsa êrîşî sivîlan hate kirin!

Gel li hemberî van êrîşan berxwedan û jiyana xwe ya welatparêz berdewam bike, dikare van êrîşan bişikîne. Lewre yê di bin pencê qirkirinê de gel e. Hincetên din xwe xapandin e. Dewleta Tirk tu carî rastî ji raya giştî re eşkere nekiriye, armanc û niyeta xwe her tim veşartiye. Lewma mirov rastî bibîne da ku li hemberî van êrîşan bikaribe xwe bipareze!

Gelo dijminahî çavkaniya xwe ji çi digire? Bersiva vê pirsê dibe kûr û dirêj be, lê çavkaniya herî esas û sereke jî ji bêtehemûliyê tê. Yanî eger li cihekî dijminahiyeke pir tund û dijwar li we were kirin, bizanin ku li wir bêtehemuliyeke cidî li hemberî we heye. Yanî ger bêsedem û bêsûc ev bêtehemûlî li hemberî we berdewam bike, wê demê mirov fam dike ku pirsgirêk ne ji we ye, ji yê beramberî we ye. Ango pirsgirêk ji yê dijminahiya we dike ye. Îcar em ji bo vê jî ‘dijminahiya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gelê Kurd’ dikarin weke mînak nîşan bidin. Yanî bêyî sedem û bêyî ku tu maf yan jî heqê te hebe, bikevî nava gundekî, zext û zordariyê li ser gelê li wir pêk bîne! Ev yek bêtehemûliya herî mezin e. Bê guman jixwe weke tê zanîn ev zext, êrîş, êşkence û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ne tenê li gundan, li her derê hebûn. Jixwe ji mînakên dawî yên ku li ser TV, ajansan, nûçe û medyayên dîjîtal tê dîtin jî, nîşan dide ku dewleta Tirk tehemûlî stran, govend û zimanê Kurdî jî nake. Yanî ji xeynî êrîşên fîzîkî, êrîşên çandî û ruhî jî li ser gel tê meşandin.

Li dijî van sûcên dewleta Tirk, Gelê Kurd her tim neçarî koçberiyê bûne. Yanî timî gundên wan hatine hilweşandin, şewitandin û hwd. Îcar ligel koçberiyê jî bêtehemûliya dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Gelekî ku ji ber dijminahî, zor, zordarî, zext, êşkence û êrîşên dewleteke faşîst dest ji war û gundên xwe berdaye û hatiye Mexmûrê, hîn jî rû bi rûyê vê dijminahî ango bêtehemûliya dewleta faşîst dimîne. Ev rastî nîşan dide ku dagirkerî tenê bi ax û war ve girêdayî nîne, dagirkerî bi qirkirina çandî ve girêdayî ye. Gelê Mexmûrê dibe cih û warê xwe terikandibin, lê çanda xwe hîn jî jiyan dikin û diparêzin. Dewleta Tirk koçberî têrê nabîne, dixwaze rastiya gel ji kokê ve rake. Lewre nikaribû wek fîzîkî bi temamî ji holê rake, dixwaze wek çandî qir bike û bihelîne. Ji ber vê sedemê hîn jî êrîşên xwe yên çandî û fîzîkî berdewam dike. Yanî Kurd biçin ser heyvê jî wê dewleta Tirk êrîşên xwe berdewam bikin. Lewre dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye û ji ber pirsgirêka man û nemanê jiyan dike, dixwaze Kurdan bi kokê ve ji holê rake.

DEWLETA TIRK BERÊ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê DA WARGEHA MEXMÛRÊ

Dewleta Tirk a faşîst sala 2014’an ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê, berê DAÎŞ’ê da Mexmûrê. Lê bi hatina gerîlayên HPG û YJA Starê re, têkoşîneke bêhempa li hemberî çeteyên hov hate meşandin. Eger ne bi saya berxwedana gerîlayan û xelkê wargehê bûya, kî dizane dibe niha gelek bajarên Başûrê Kurdistanê yên mîna Hewlêr, Kerkûk, Duhok û hwd di destê çeteyên hov de bûya û ev yek jî wê biba sedem ku bi rojane sivîl bên qetilkirin! Yê ku pêşî li vê yekê girtî jî ev berxwedana gerîla û gelê wargehê bû. Ji dema wargeha Şehîd Rustem Cudî hate rizgarkirin û şûnde gerîlayên HPG û YJA Starê wargeh li hemberî gelek êrîşan parastin ango ewlehiya wargehê bêhempa pêk anîn. Lê belê, dewleta Tirk a faşîst çawa li gund û bajarên Bakurê Kurdistanê, tehemûlê deskeftiyên Kurdan an jî tehemûlê Kurdîtiyê nekir, vê carê ji xeynî şerê taybet ê li ser wargehê meşandî, êrîşên hewayî jî da destpêkirin. Gerîla ji rex û dora wargehê, tu carî nediket nava wargehê. Ango tenê ewlehiya wargehê û şêniyan pêk dianî. Yanî weke tedbîreke ku car din êrîşeke mîna ya sala 2014’an li ser wargehê çênebe, hewl dida ji derdorê ve wargehê biparêze. Lê belê dewleta Tirk ji ber dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan, gelek caran êrîşên hewayî li ser wargehê pêk anî. Û her carî jî wek sedem hebûna gerîlayan nîşan da. Heta niha di hemû êrîşên hewayî yên li ser wargehê de, gel pir zirar dîtiye. Gelek sivîl hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne. Ev hemû di arşîvan de hene, yên bixwazin dikarin cardin li arşîva ajans, televîzyon û weşanên Kurdî binêrin.

YA DIYARKER BERXWEDANA GELÊ MEXMÛRÊ YE!

Di 11’ê Îlona 2023’yan de Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Murat Karayilan bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hêzên xwe yên gerîlayên HPG û YJA Starê ji Wargeha Mexmûrê vedikişînin û got, “Em wezîfeya parastina wargehê, radestî ciwanên wargehê dikin.” Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser wargehê dema dikir, hebûna gerîlayên HPG û YJA Star’ê dikir hincet û li ser gel sûcên dijmirovî ferz dikir. Lê hate dîtîn ku sedema êrîşan ne hebûna gerîlayên HPG-YJA Star’ê ye. Piştî vekişîna gerîla ya ji wargehê, hîna salek jî temam nebûyî, dîsa êrîşî sivîlan hate kirin! Di vê êrîşê de 3 dayik birîndar bûbûn ku rewşa yek ji wan giran bû! Gelek mînakên bi vî rengî hene ku dijminahiya dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd radixe ber çavan. Vê êrîşa ku herî dawî li ser wargehê çêbûyî jî ev dijminahî û bêtehemûliya ku me qalê kirî, bi zelalî car din nîşan da.

Helwesta dewleta Iraqê ya li hemberî vê bêdengî ye. Lewre Iraq û dewleta Tirk di mijara Kurdan de li hev hatine. Dewleta Tirk piştgiriya êrîşên xwe ji helwesta Iraqê digire. Lewre dibêje Iraq bêdeng e, me li hev kiriye û ez jî dikarim gel ji rastiya wê dûr bixim. An jî dikarim her tiştî bi hêsanî pêk bînim. Di rewşa heyî de sekn û helwesta Iraqê girîng e, lê diyarker nîne. Yê diyarker rastî û sekna gelê wargehê ye. Gel li hemberî van êrîşan berxwedan û jiyana xwe ya welatparêz berdewam bike, dikare van êrîşan bişikîne. Lewre yê di bin pencê qirkirinê de gel e. Hincetên din xwe xapandin e. Dewleta Tirk tu carî rastî ji raya giştî re eşkere nekiriye, armanc û niyeta xwe her tim veşartiye. Lewma mirov rastî bibîne da ku li hemberî van êrîşan bikaribe xwe bipareze!