BI DÎMEN

Li Şengalê komxebata 'Têkoşîna azadî û tifaqa gelan' destpê kir

Li Şengalê di çarçoveya fikrê neteweya demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komxebatekê destpê kir. Ji bo çareseriya krîzên herêmî işaret bi felsefeya Abdullah Ocalan hate kirin.

Li Şengalê di salvegera 26'an a komploya 9'ê Cotmehê de li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek tê lidarxistin. Komxebata ku bi sernavê "Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan" pêk tê, ji kesayaetên Êzidî, Ereb û Tirkmen 60 kes beşdar bûn. Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di destpêka komxebatê de endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Şengalê Qasim Murad axivî.

Qasim Murad anî ziman ku di vê serdemê de jiyan, civak, şer û siyaset li ser du lingên esasî dimeşe, yek ji van demokrasiya rasteqîn e, ya din jî sîstema serdest e ku ji aliyê hêzên hegemon ve tê birêvebirin.

Qasim Murad diyar kir ku gel ji aliyê sîstemê ve tê helandin û got, "Tenê rêyek heye ku dikare vê yekê asteng bike. Ew jî xeta neteweya demokratîk a azadiya gelan e ku Rêber Apo afirandiye. Ji bo vê rêya çareseriyê bifetisîne, hêzên ehgemon bi hev re di nava planan de ne."

Di vê çarçoveyê de Qasim Murad işaret bi komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê kir û ragihand ku komplo planeke navneteweyî bû û got, "Hêzên navneteweyî bi piştgiriya ji bo tecrîda li ser Rêber Apo, mafên mirovan binpê dikin. Eger bi rastî jî dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, divê ji aliyê fîzîkî ve azadiya Rêber Apo misoger bikin. Rêber Apo sembola aştiyê ya hemû cîhanê ye."

Qasim Murad bal kişand ser belavbûna fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li tevahiya cîhanê kir û destnîşan kir ku divê daxwaza gelan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan êdî bê bicihanîn.

Di dewama axaftina xwe de Qasim Murad işaret bi rewşa Şengalê jî kir û got, "Li Şengalê rewşa hemû pêkhateyan li ber çavan e. Weke gelên Iraqê û bi taybetî jî Şengal ti xêr ji sîstema dewletê nedîtiye. Ti mafên me nehatine dayin. Em jî neçar in ji xwe re li rêya çareseriyê bigerin, ji bo xwe ji ferman û zilmê rizgar bikin. Şengal bi sîstema neteweya demokratîk gavên mezin diavêje. Eger em ewqas kesayet karin bi hev re krîza desthilatdariyê binirxînin, hingî ev yek gaveke mezin e ber bi yekîtiyê ve ye."

Beşdarên komxebatê jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û ji bo xurtkirina sîstema neteweya demokratîk pêşniyarên xwe kirin.

Komxebat bi nirxandin û nîqaşan dewam dike.