Rejîma Îranê derhênerekî Kurd binçav kir

Hat diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê derhênerê Kurd ê bi navê Reza Elayî binçav kirine û aqûbeta wî nayê zanîn.

LI ÎRANÊ BINÇAVKIRIN

Bi nêzbûna salvegera duyem a şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ re zext û binçavkirinên rejîma Îranê ya li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Li gor heman nûçeyê hat diyarkirin ku roja 11’ê Îlonê hêzên rejîma Îranê bêyî ku biryara dadwer û belgeyek yasayî hebe, bi ser mala derhênerê Kurd Reza Elayî de girtine û ew binçavkirine.

Hat gotin ku ji roja Reza Elayî hatî girtin ve agahî jê nayê girtin û çarenûsa wî nayê zanîn.

Reza Elayî derhêner û filmsazekî Kurde xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Heta niha li ser gelek kurte film û filmên dirêj kar kiriye. Yek ji wan filman jî bi navê ‘Zeviyên qirêj’ ku bi wî filmî tevlî festîvalên filman ê navdewletî bûye.

Berdevkê Salona Sînemaya li Îranê, Resul Sedîr ragihandibû ku piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” nêzî 300 derhênerên sînemayê hatine darizandin û mafê wan ê xebatê, hatine betalkirin.