BI DÎMEN

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

Li taxeke Kerkûkê di encama operasyona hêzên ewlekariyê yên Iraqê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bombe li ser wan bûn hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Karê Hundir a Iraqê Mîqdad Mîrî bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev li taxa Penca Elî ya li Kerkûkê, piştî agahî hatin wergirtinê, hêzên ewlekariyê hewldane du çeteyên DAÎŞ'ê bigirin.

Mîrî diyar kir ku ku li ser çeteyan bombeyên xwekuj hebûn, ji ber vê jî hêzên ewlekariyê gule berdane wan.

Li gorî heman daxuyaniyê piştî hêzên ewlekariyê gule li çeteyan reşandin, bombeyên li ser çeteyan jî teqiyane û her du çete jî mirine.

Li gorî daxuyaniyê çete bi motorsiklêtê ketibûn nav taxê û nedixwestin xwe radestî hêzên ewlekariyê bikin.