Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd binçav kirin.
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd binçav kirin.
Dewleta Îranê beriya salvegera raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilatê Kurdistanê dest bi pêla binçavkirin û girtinê kir.
13'ê Îlonê Mazyar Muradî (26) û Pêdran Mahmudî (25) ên ji Dîwandereyê li bajarê Sineyê bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê kesên hatine binçavkirin bi ku ve birine û aqûbeta wan çi ye.
Rojên dawî li gel Mazyar û Pêdram herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.