BI DÎMEN

Li Kelarê pêşangeheke pirtûkan hat vekirin

Li bajarokê Kelarê, bi hevkariya Pirtûkxaneya Giştî ya Germiyanê û weşanxaneya Fam, Rehend û Edîban pêşangeheke pirtûkan li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê hat vekirin.

Li bajarokê Kelarê, ji aliyê weşanxaneyên Fam, Rehend, Bextiyarî û Edîban ve, pêşangeheke hevbeş a pirtûkan li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê hat vekirin. Pêşangeh dê hefteyekê bidome û ji bo hemû pirtûkan daxistin hatiye kirin.

Newzad Elî der barê pêşangehê de axivî û got: “Em salane du sê caran pêşangehên pirtûkan vedikin, girîngiya pêşangeha pirtûkan di wê de ye ku ji bo pirtûkan daxistin tê kirin, niha rewşa aborî xerab e û ev jî alîkariyeke baş e ji bo xwîneran. Em dixwazin xelk girîngiyê bide xwendinê û demên xwe zêdetir li ser torên civakî derbas nekin.”

'XWENDIN JI BO CIVAKÊ GIRÎNG E'

Newzad Elî anî ziman ku di vê pêşangehê de pirtûkên curbecur yên wekî dîrok, erdnîgarî û siyaset hene û got: “Di vê pêşangehê de pirtûkên wergerandî jî hene ku ji aliyê nivîskarên biyanî ve hatine nivîsîn û bo zimanê Kurdî hatine wergeraandin. Xwendin ji bo takekesan xwedî girîngiyeke mezin e, bi taybetî ji ber torên civakî û rewşa siyasî.  Lewma girîng e ku em vegerin xwendinê da ku em bikarin ji vê tevlîheviya ku çêbûye rizgar bibin.”

Newzad Elî diyar kir ku di vê rewşa niha de ku ji ber bêkarî û tevlîheviya siyasî girîng e ku mirov vegere pirtûkan û wiha got: “Tiştê ku ji bo bilindkirina asta çandî û zanînê û ji bo pêşveçûnê pêwîst e xwendin e.”