Dewleta Tirk careke din êrîş bir ser Mexmûrê

Kampa Penaberan a Mexmûrê careke din ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin.

MEXMÛR

Li gorî agahiyan, derdora saet 10:00’an balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, baxçeyê welatiyê bi navê Melek Mijînî bombebaran kiriye.

Di dema vê êrişê de jî, şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de bûn û karê xwe yê serjimêriyê dewam dikirin.

Hêjayî gotinê ye herî dawî dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Îlonê de malek ya wargehê bombebaran kiribû û di encama êrişê de 3 jin birîndar bibûn.