YRK: Êrîşa dewleta Tirk a li Asosê bandor li hêzên me nekir

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li çiyayê Asosê bandor li hêzên wan nekirine.

ÊRÎŞA LI SER ASOSÊ

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Asosê daxuyaniyek weşand.

YRK'ê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li çiyayê Asosê tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêr (14'ê Îlonê) balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li çiyayên Asosê barandin.

Li gorî daxuyaniyê, bombardûman saet di 15:17'an di 14'ê Îlonê de hate kirin û di vê êrîşê de tiştek bi hêzên YRK'ê nehat. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê xisara madî li bax û baxçeyên herêmê bûye.