Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk bi girseyî meşiyan

Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibehê de li ser wargehê pêk anî, meşekî girseyî lidarxistin.

Beriya heftiyekê dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Îlonê de saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kiribû û di encamê de 3 jin birîndar bibûn. Carek din îro saet di 10:00’an de li Mexmûrê balefireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk, baxçeyê malbatekê bombebaran kir. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa balafira biçek û bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibê de li ser wargehê pêk anî, bi meşek şermezar kirin. Meş li ber Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gelê Wargehê destpê kir.

Di meşê de bê navaber dirûşmeyên “Bimire Xiyanet”, “Kes Nikare Roja Me Tarî bike”, “Soza Me Tolhildan”, “Bijî Berxwedana Mexmûrê” hatin qêrîn. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  pankartên ku bi zimanê Erebî li ser ‘Na ji kuştinên sivîlan re’, ‘Çima Iraq bêdenge’, ‘Ger hun me naparêzin ji vir derkevin’, ‘Na ji êrîşên balafirên faşîst re’, ‘Na ji destên qirêj re’, ‘Bimire xiyanet’, ‘Na ji dagirkeriyê re’, hatibûn nivîsandin bilind kirin.

Piştî meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî di ketina wargehê de rawestiya li wir ji aliyê gelê wargehê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê tevahî şehîdên doza Azadiya Kurdistanê hat destpê kir. Di daxuyaniyê de li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî wargehê bi tundî şemezar kir û wiha got: “Îro carek din dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê reş û qirêj di nava heftiyekê de du caran nîşan da. Em dibînin ku berxwedana xelkê wargeha Penaberan a Mexmûrê, êrîşên hevkarên dewleta faşîst a Tirk, hemû mîtên ku îro bûyîn amûrên dewleta Tirk û hikûmeta herêma Kurdistanê vala derxdixîne. Ya balkêş ew e ku ev bîst roj in şandeyek ya hikûmeta Iraqê û NY di nava wargehê de ye û mal bi mal digerin serjimêriyê dikin. Ji demê ku ew hatine wargehê û şûnde êrîş zêdetir bûne, ev jî di serê xelkê wargehê de gûmanan çêdike. Em dibînin armanca dewleta Tirk û hevkarên wî PDK’ê ew e ku Iraqê bikin şirîkê van leyîstokên xwe yên qirêj. Ji bo ev serjimêrî pêkneyê, di nava hefteyekê de du caran ev êrîş li ser wargeha me pêk hat. Em dibêjin eger îro xwîn ji neynoka zarokek yê me were, berpirsyarê wê Iraq û ya van şandeyên ku li nava me digere ye. Ti garantiya wê yekê nîne ku ti êrîşên din çênebin. Ji ber ku wisa diyar dike ku wê êrişên wan berdewam bike. Bila baş bizanibin berxwedana xelkê Mexmûrê ev 30 sal in li hemberî qirêjiya dewleta hov dewam dike û wê ji niha û şûnde jî berxwedana xwe xurtir bikin.”

Fatma Bîlen di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên qirêj yên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û wiha got: “Ew çiqas êrîşan li ser me de bînin, em ê bi vê helwesta xwe wan bi tundî şermezar bikin. Di nava pênc salan de 14 caran wargeh hat bombebarandin, ev ne êrîşên ji rêzê ne, ev ji bêdengiya hikûmeta Iraqê ye û her wiha NY û kesên ku dibêjin ez mafê mirovan diparêzim e.”

Meş bi dirûşemeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimire Xiyanet” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.