BI DÎMEN

Bi siyanurê jehr li Giyadînê tê belavkirin

Li gundê Melegerî ya navçeya Giyadîn a Agiriyê, şîrketa Koza ya ku bi siyanurê li zêran digere, li gel nerazîbûna gel jî karê xwe dewam dike.

LI GIYADÎNÊ TALANKIRINA XWEZAYÊ

Şîrketa Koza Altin a nêzî AKP'ê li gundê Melegerî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê di sala 2009'an de bi siyanurê dest bi lêgerîna li zêr kir. Gundiyan diyar kirin ku lêgerîna li zêr a bi siyanurê xwezayê wêran dike, çavkaniyên debarê tine dike. Endezyara şîrketê ya bi navê Nîlufer Gumuş wê demê xwest kaxizeke vala bi gundiyan bide îmzekirin. Gundiyan destûr nedan vê yekê û dest li karên şîrketê werdan, nehiştin lêgerîna li zêr a bi siyanurê bê kirin.

KARKERÊN JI HINDISTAN Û PAKISTANÊ

Şîrketa Koza Altin ji ber zexta raya giştî û nerazîbûna gundiyan dawî li karê xwe anî û li gund jinûve dest bi karê lêgerîna li zêr kir. Şîrketê li gund kesek peyda nekir ku bixebitîne, lewma ji Hindistan û Pakistanê xebatkar anî. Şîrketê ji bo karkeran 150 avahî amade kir û tê gotin, eger şîrket karê xwe dewam bike wê gelek gund bêne valakirin.

ŞAHÎN: DIVÊ EM BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Aktîvîstê Yekîtiya Ekolojiyê Fatîh Şahîn anî ziman ku siyanur zerareke bi sedan salan dide qadê, zerarê dide çavkaniyên avê û got, "Xwezaya me dikin qurban. Siyanur sewalkarî û çandiniyê diqedîne. Bi taybetî divê gundî baldar bin. Li çiyayên Kaz, li Xarpêtê me dît ku lêgerîna li zêr a bi siyanurê dibe sedema felaketê. Lewma divê em li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê."