‘Weke YNK em ji bo hilbijartinê amade ne’

Cîgirê Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku weke YNK ew li benda roja hilbijartinê ne.

QUBAD TALEBANÎ

Cîgirê Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li Silêmaniyê di dema vekirina projeyekî de ji çapemeniyê re axivî.

Talebanî li ser pirsa rojnamevanan a li ser hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê axivî û got: “Weke YNK em ji hilbijartinên parlementoyê re amade ne. Em li benda diyarkirina rojek a ji bo lidarxistina hilbijartinê ne. Hemû amadekariyên me yên ji bo hilbijartinê temam bûne.”

Talebanî eşkere kir ku ew pêwîstî pê nabînin ku li ser mijara hilbijartinê li gel PDK’ê bicivin.

Talebanî diyar kir ku tevlîbûn an jî tevlînebûna PDK’ê ya ji bo hilbijartinê, ji wan re ne girîng e û got ku ew mijareke girêdayî PDK’ê ye.