Qirkirina jinê polîtîka bi rêk û pêk a dewletê ye
Li Kurdistanê jin bi rengekî bi rêk û pêk têne qetilkirin, revandin û destdirêjî û destavêtin lê tê kirin.
Li Kurdistanê jin bi rengekî bi rêk û pêk têne qetilkirin, revandin û destdirêjî û destavêtin lê tê kirin.
Ji bo tundiya ku bi hezaran sal in li jinê tê kirin bê dîtin, 25'ê Mijdarê hîn bêhtir bi wate dibe û dibe wesîle ku li tevahiya cîhanê berxwedana jinan bilind bibe. Tevî ku jin li hemberî hemû cureyên tundiyê serî radikin jî êrîşên li ser jinan jî zêdetir dibin. Sedsala 21’emîn aliyekê şahidiya serhildana jinan, birêxistinbûna jinan û geşedanên di asta şoreşa jinan de dike û li aliyekî jî şahidiya rastiyeke ku weke qirkirina jinan tê binavkirin, dike. Qirkirina jinan bi destê netewedewletan her roj tundiya xwe zêdetir dike û li hemberî tunekirina jiyana ku ji aliyê jinan ve hatî afirandin polîtîka tên pêşxistin. Dema ku em rewşa jinan a îroyîn dinêrin, en dibînin ku li aliyekî têkoşîn û berxwedan heye û li aliyekî jî polîtîkayên qirkirina jinan ên ji aliyê dewletê tên meşandin, hene.
Li seranserê cîhanê her roj bi hezaran jin bi tacîz, destdirêjî û zexta fîzîkî û psîkolojîk re rû bi rû ne. Têkoşîna Xwişkên Mîrabel têkoşîneke li hemberî hemû dîkta, faşîzm û zayendperestiyê ye. Dîktatorê bi navê Rafael Trujillo di sala 1930’î de li Komara Domînîkê bi derbeya leşkerî desthilatdarî bi dest xist. Dîktatorê bi navê Rafael Trujillo tam 31 salan welat bi zext û zulmê bi rê ve bir. Li Komara Domînîkê li gel komên ku ji dîktatoriya wî aciz bûyîn, yek ji tevgerên veşartî ên ku li hemberî vê dîktatoriyê serî rakirin tevgera ku Xwişkên Mîrabel di nav de cih digirt, bû. Xwişkên Mîrabel di nava gel de weke ‘’Perperokan’’ dihatin binavkirin. Dîktator Trujillo di axaftineke xwe de wiha qîr dikir: ‘’Mezintirîn pirsgirêka vî welatî dêr û Xwişkên Mîrabel in.’’
Ev gotinên Xwişkên Mîrabel ên ku têkoşîna wan a li hemberî Trujilloyê dîktator îfade dikin bûne pisûleya hemû jinên berxwedêr;
‘’Belkî tişta herî nêzîkî memirin e; lê belê ev yek min natirsîne. Ez ê ji bo her tiştê mafdar şer bikim.’’ Maria Teresa Mirabal
‘’Ji bo welatê me yê tijeêş kirina her tîştî çavkaniya bextewariyê ye. Bêdengbûn mirovan xemgîn dike.’’ Minerva Argentina Mirabal
‘’Em destûrê nadin ku zarokên me di nava pergaleke zalim û dejenere de mezin bibin. Em neçar in ku li hemberî vê pergalê şer bikin. Ez amade me ya ji destê min tê bikim; ger hewce bike ez ê canê xwe jî bidim.’’ Patria Mercedes Mirabal
Di serî de Rafael Trujillo yê dîktator mezintirîn tirsa dîktatoran jinên zanedar û birêxistinkirî ne. Têkoşîna jinên zanedar û birêxistinkirî dikare dawiya hemû dîktatoran bîne. Jin tovên azadiyê yên ji aliyê Xwişkên Mirabel ve hatine reşandin li hemû qadan bi qîrkirina têkoşînê weke fêqiyên jiyana azad berhev dikin. Beriya her tiştî divê armanca dîktatorên netewedewletan a ji hêza jinan ditirse baş were zanîn, dîtin û analîzkirin.
Heya jin neyên naskirin, fêmkirin û hişmendiya wan a kesayeta xweser neyê fêmkirin rastiya jiyanê nayê bidestxistin. Ya ku jiyan û civakîbûnê di xwe de dihewîne û li seranserê gerdûnê ava dike jin bi xwe ye. Ya ku herî baş armanca jiyanê bi hebûna xwe îfade dike û bi kesayet û vîna xwe jê re dibe bersiv jî jin bi xwe ye. Jin afinîner û rêveberên jiyanê ne. Jin avakarên jiyana komunal û vîna jiyana azad in. mezintirîn tirsa di dilê dîktatorên ku naxwazin civak azad bibin û wateya jiyanê ji holê radikin, jina azad û civaka azad e. Jin ji bo dîktatorên netewedewletan ên dizanin ku heya ku jin azad nebe civak jî azad nabe, hedefa sereke ne.
Derketina çînan a li gel pêvajoya dewletbûnê, esasgirtina koletiya jinan a ji aliyê desthilatdariyan ve nîşanî me dide ku ideolojiya yekem a zayendperestiyê jinan weke kole û mêran jî weke serweran pênase dike. Zayendperestî di roja me ya îroyîn de weke çavkaniyên îdeolojiyên desthilatdariyê yên weke olperestî, neteweperestî û zanîstperestiyê ne ku xwe dispêrin tundiyê. Olperestî insanên ji baweriyên cuda, neteweperestî însanên ji gelên cuda û zanistperestî jî xweza û însanan weke objeyekê binav dike û qirkirina ku ji zayendperestiyê hatî fêmkirin, belav dikin.
Mêrên serdest qetilkirina jinan û destdirêjî jî di nav de; rêbazên ku di îstîsmarkirina laş, hestî ked û fikra jinan de tên bikaranîn û rêbazên ku di li dijî bindestan tên bikaranîn weke hev in. Rêbazên ku di encama avakirina bingeha nasnameya jinan a koletiyê de hatiye bidestxistin, li hemberî neteweyên bindest, gel, bawerî, civak û xwezayê hatine bikaranîn. Ji ber vê yekê gel û çandên bindest û nasnameya jinan a li ser bingeha koletiyê hatiye avakirin, dişibin hev. Çawa ku jin ji parastin, aborî, mafê biryardayîn û hilbijartinê tên mehrûmkirin, di heman demê de civakên bindest jî ji parastin, aborî û rêveberiya xweser tên mehrûmkirin. Dagirkeriyên ku bi derbaskirina mekanîzmayên parastinê laşê mirovan bi dest dixe, kesayeta mirovan rencîde dike û bi destdirêjiyê îradeya wan dişkîne û dagirkeriyên ku çand û pergala parastina welatekî dişkîne heman tişt in.
Îro li Kurdistanê jî jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin, revandin û bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû ne. Li Kurdistanê di 21’ê Tebaxa 2024’an de hate îdîakirin ku Narîn Guran a 8 salî ji aliyê malbata wê ve hatiye windakirin. Di encama lêgerîn û lêpirsînan de cenazeyê Narîn Guranê di 8’ê Îlonê de hate peydakirin. Piştî peydakirina cenazeyê Narîna 8 salî HUDA-PAR, AKP û artêşa Tirk hewl da ku bûyerê veşêre û ev yek jî nîşan dide Narîn bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin. Divê bûyera qetilkirina Narîna biçûk weke bûyereke jirêzê neyê fêmkirin. Ev yek nîşan dide ku tehemila dewleta Tirk ji zarokeke Kurd a 8 salî re tune ye. Her wiha dîsa bûyera Rojbîn Kabaîş a xwendekara Zanîngeha Yuzunci Yil a Wanê (YYU) ku Kabaîş di 27’ê Îlonê de winda bû û cenazeyê wê piştî 18 rojan hate dîtin û bûyera Narîn Gurana 8 salî weke hev in. Qetilkirina Rojbînê di bin kontrola rayedarên dewletê ve pêk hat. Narîn û Rojbîn her du jî Kurd in û her du jî bi awayekî sîstematîk bi destê dewletê hatin qetilkirin. Dîsa li Tekîrdagê pitika 2 salî ya bi navê Sila ji aliyê zirbavê wê ve destdirêjî lê hate kirin û qetilkirin. Ev yek hovitiya polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin nîşanî me dide. Bi heman awayî daraza Îranê, di 10’ê Mijdara 2024’an de li dijî mafên jin û mirovan cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradiyê birî. Zîhniyeta ku Rojbîn, Narîn û Silaya 2 sali qetilkirî û zîhniyeta ku li Îranê cezayê îdamê li Werîşe Mûradî birî heman zîhniyet in. Qetilkirina jinan û qirkirina jinan polîtîkayên dewletê yên sîstematîk in.
Di roja me ya îroyîn de ku netewedewletan qetilkirina jina veguherandiye rewşeke sîstematîk her roj bi sedan jin ji aliyê hevjîn, heval, bav, bira û cînarê xwe ve bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû ne û tên qetilkirin. Di bin navê hezkirinê de bi hezaran jin bi awayekî sîstematîk hatine qetilkirin û navê ‘’namûs’’ lê hatiye kirin. Di bin navê namûsê de qetilkirina jinan hatiye rewakirin. Laşê jinan bûye sembola objeyeke zayendî û li ser vê yekê sermayeke rantê a mezin hatiye avakirin. Jin ji bilî nasnameya xwe ji her tiştî re layiq tên dîtin û bingeha vê yekê hatiye amadekirin.
Ji ber vê yekê destdirêjiya li hemberî jinekê û êrîşa dagirkeriyê ya li ser xak û gelekî weke hev in. Erdnîgarî, welat, bajar, bajarok û gundên ku jin li ser dijîn, nasnameya etnîkî, îdeolojiya tê pejirandin ji bo ku jin bibin hedef, di nava sedemên sereke de ne. Jinên li welatên dagirkirî jin di pozîsyona sereke ya dagirkirinê de ne. Ji bo ku jin xweparastina xwe, aboriya xwe pêş bixe, dubare hêza xwe bidest bixe û xaka xwe azad bike divê rola xwe ya pêşengtiyê bi cih bîne û di çarçoveya nasnameya xwe ya etnîkî de û girêdayî XWEBÛN’a jinan dest bi têkoşînê bike. Ev yek gelekî girîng e. Jin wê bi têkoşîna xwe jiyana azad ava bikin û bibin pêşengên civaka azad.