Hîna jî rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
228 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, girtî ye.
228 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, girtî ye.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 228 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê daxuyaniyek da û got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevanî ye’ û gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite.
Herî dawî di bin zextên sivîl ên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin.
Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya rojnamevan Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal diyar kir.