Li Erxeniyê qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên li Erxeniyê hatin kirin de, hevşaredarên berê yên Erxeniyê jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Li Amed û navçeyên wê di saetên siharê de, bi ser malan de hat girtin û hevşaredarên berê jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîneke sala 2023’yan de, derbarê 5 kesên hatine binçavkirin de biryar hat dayîn ku wê heta 24 saetan nekarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Kesên di serdegirtinan de hatine binçavkirin, ev in: Hevşaredarê Erxeniyê yê berê Ahmet Kaya ve hevşaredarên dema beriya wê Ramazan Kartalmiş, Alîkarên Hevşaredar Gulistan Polat, Esverî Malkoç ve Cavîdan Yaman.