Hilbijêrên Yekîtiya Ewropayê di dengdanê de ne
Ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê dengdan pêk tê. Dengdanê roja Pêncşemê li Hollandayê destpê kiribû.
Ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê dengdan pêk tê. Dengdanê roja Pêncşemê li Hollandayê destpê kiribû.
Ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamenta Ewropayê ji 6'ê Hezîranê û vir ve li Yekîtiya Ewropayê dengdan tê kirin. Dengdanê li Hollandayê destpê kir. Dengdana roja Yekşemê jî saet di 08:00 de destpê kir.
Bi vê hilbijartinê re ku ji sala 1979'an û vir ve tê kirin, nêzî 360 milyon hilbijêr (Di nava 450 milyon welatiyên Ewropayê de) nûnerên xwe yên li Parlamenta Ewropayê diyar dikin.
Ji bo hilbijartinê jî bend li gorî welatan ji sedî 2 heta ji sedî 5 e. Li Fransayê benda hilbijartinê ji sedî 5 e. Di hilbijartinên 2019'an de şeş lîsteyên Fransayê di ser rêjeya ji sedî 5 ê dengan wergirtin. Tê texmînkirin ku îsal heft lîste bendê derbas bikin.
TEXMÎNÊN DESTPÊKÊ WÊ KENGÎ BÊNE EŞKEREKIRIN?
Medya Fransayê, piştî ku dengdan qediya wê ji saet 20:00 û pê ve texmînan biweşîne. Tê payin ku li Bûlgaristan, Slovakya, Xirvatistan û Danîmarkayê jî texmîn di heman demê de bêne eşkerekirin.
Her wiha tê plankirin ku Parlamenta Ewropayê derdora saet 20:15 û 20:30'î de "li gorî texmînên neteweyî" têkildarî parlamenta nû projeksiyonekê biweşîne.
HEJMARA KURSIYAN BÛ 720
Hejmara kursiyên Parlamentê ku navenda wê li Strasbourgê ye 705 bû, lê piştî ku Qraliyeta Yekbûyî ji nava Yekîtiya Ewropayê çû, hejmara kursiyên li Parlamentê bû 720. Bi taybetî Fransa wê di dema nû ya qanûndanînê de 2 endamên din li Parlamenta Ewropayê bi dest bixe.
Parlamenterên Parlamenta Ewropayê ne li gorî neteweyan, lê li gorî meylên siyasî têne hilbijartin. Ji bo avakirina komekê ji heft welatên cuda herî kêm pêwîstî bi 23 endamên Parlamenta Ewropayê heye.
PÊKHATEYA HEYÎ YA PARLAMENTÊ
Li parlamenta heyî hêza siyasî ya sereke bi 176 kursiyan Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ye. Piştî wê jî Tifaqa Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîtan tê ku kursiyên xwe 139 e, Nûkirina Ewropayê 102 kursî, Tifaqa Azad a Kesk/Ewropayê 72 kursî û Koma Çep jî 37 kursiyên xwe hene.
Rastgiriya tund a li Ewropayê di nava Koma Demokrasî û Nasnameyê de bi 49 kursiyan tê temsîlkirin. Koma Reformîst û Muxafazakaran a Ewropayê xwedî 69 kursiyan e.
RÊJEYA TEVLÎBÛNÊ
Li Yekîtiya Ewropayê di sala 2014'an de di asta rekorê de tevlîbûn li dengdanê çêbûbû. Bi rêjeya ji sedî 57, tevlîbûn hebû. Ev rêje di sala 2019'an da daketibû ji sedî 49'an.
Parlamenta Ewropayê tevî Konseya Ewropayê û li ser bingeha pêşniyarên Komîsyona Ewropayê qanûnên civakê qebûl dike. Her wiha peymanên navneteweyî û mijara berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê dixe dengdanê.
Parlament seroka parlamentê (Niha Roberta Metsola ye) û Seroka Komîsyona Ewropayê hildibijêre. Ûrsûla von der Leyen a ku ji sala 2019'an û vir ve Seroka Komîsyoan Ewropayê ye ji bo bikeve şûna Metsola namzet e. Lê belê tayînkirina Leyen ne garantî ye.