Pinar Sakik Tekîn: Em ê li Kurdistanê rê nedin qeyûman

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wê li Kurdistanê rê nedin qeyûman û got, "Em qeyûman nas nakin, em ê nas nekin."

DESTÛR JI DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ RE NÎNE

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku qeyûm darbe ye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê rê nede vê yekê. Tekîn diyar kir ku tifaqa AKP û MHP'ê bi destê qeyûman li Kuridstanê polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û got, "Doh li Wanê ceribandin, lê bi berxwedana gel hate têkbirin. Îro jî li Colemêrgê careke din sebra gelê Kurd diceribînin. Em ê li ti bajarekî xwe rê nedin van polîtîkayan. Gelê me wê li her derê xwedî li îradeya xwe derkeve. Mafê hilbijartinê mafekî qanûnî ye, nabe ku ev mafê gelê Kurd bê astengkirin, nabe ku darbe li îradeya gelê Kurd bê kirin. Me bi dane û belgeyan dît bê qeyûman li Kurdistanê çi kirin, gel çawa talan kirin, li şaredariyan çawa karên ne li rê kirin. Bi milyonan lîre deyn hiştin û çûn. Xuya ye têr nebûne ku careke din qeyûman tayîn dikin."

TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ GEL DEM PARTÎ HILBIJART

Tekîn gotina 'Hiqûqê ya pêwîst kir' a Erdogan rexne kir û got, "Wezîfeya hiqûqê naskirina hilbijartiyê gelekî ye. Eger hurmeta we li hilbijartiyê gel tine be hingî hûn hiqûqê jî nas nakin. Hiqûq divê ji darizandina qeyûman dest bi karê xwe bike. Mînakeke yekane ya rast nîne ku xizmet ji gel re kirine. Hemûyan li ser talan, karên nelirê û tinekirinê kar kirin. Mafê gel xwarin. Haya gelê Kurd ji van hemûyan heye. 2 serdeman ceribandin lê nekarîn bi ser bixînin. Li gel desteserkirin, talan, zext, girtin, êriş û polîtîkayên qeyûm jî gelê Kurd careke din îradeya xwe DEM Partî hilbijart. Vî gelî nîşanî me da ku qeyûm naxwaze. Li gel hemû rê û rêbazan jî desteserkirina îradeya gelekî ku te naxwaze faşîzm e. Bi îllegalîzekirina hevşaredaran, bi rêyên ne demokratîk hûn nikarin ji wezîfeyê dûr bixînin. Ev yek ne însanî ne jî hiqûqî ye."

EM Ê QEYÛMAN NAS NEKIN

Tekîn destnîşan kir ku ew ê têkoşîna li dijî qeyûman bilind bikin, li Kurdistanê rê nedin qeyûman û got, "Li hemû bajarên me çalakiyên me yên nobedê dewam dikin. Her roj em bi girseya xwe re dimeşin. Li gel astengiyan hemûyan jî em xwedî li îradeya xwe derdikevin. Em ê nehêlin ku şaredariyên gel desteser bikin. Li Colemêrgê qeyûm hate taînkirin û hevşaredar hate girtin, lê endamên me yên meclîsê civiyan û di nava xwe de wekîla hevşaredar hilbijartin. Ev yek jî gava destpêkê ya nenaskirina qeyûm e. Dibe ku di pratîkê de wan qeyûm tayîn kiribin lê belê em xwedî li îradeya xwe ya li wê derê derdikevin. Em hêvîdarin ku qeyûm li şaredariyên me yên din neyên bicihkirin, lê belê bê bicihkirin jî em ê ti carî nas nekin. Me heta niha nas nekir, ji niha û pê ve jî em ê nas nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi vê hesasiyetê xwedî li çalakiyan derkeve. Li her devera ku em lê ne em ê xwedî li îradeya xwe derkevin."