Ji bo girtiyê nexweş Atsiz serî li ÎHD’ê hat dayîn

Berdana Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, cara duyemîn hat taloqkirin. Malbata Atsiz li dijî binpêkirinê serî li ÎHD'ê da.

Sedat Atsiz (54) ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekir di 1'ê Adarê de berdana wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî vê di 5'ê Hezîranê de careke din 3 mehan berdana wî hat taloqkirin.

Malbata Atsiz, di 5'ê Hezîranê de li girtîgehê geriya û rêveberiya girtîgehê ragihand ku careke din berdana wî hatiye taloqkirin. Sedema berdanê nehat ragihandin.

Malbata Atsiz jî ji ber vê neheqiyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.