Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên şer bombe li Metînayê barand.

ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker ku duh gundê Guhêrzê ya li herêma Metînayê bombebaran kir, îro di saetên êvarê de careke din Çiyayê Metînayê bombebaran kir.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker duh gundê Guhêrzê ya nêzî Çiyayê Metînayê bombe kiribû. Di encama bombebaran giran de li qada yek ji kevintîrîn goristana herêmê şewat derket. Destûr nehat dayîn gundî agirê vemirînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker di 2 rojên dawî de 33 caran herêmên Zap, Garê û Metînayê bombebaran kiriye.