Ji mamosteya Kurdî Sewsen Hasan agahî nayê girtin

Mamosteya Kurdî Sewsen Muhamed Hasan 15'ê Gulanê li bajarê Bokanê di encama serdegirtina malê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Ji Sewsen Muhamed Hasan ev 3 hefte ne agahî nayên girtin.

MAMOSTEYA KURDÎ LI ÎRANÊ HATE BINÇAVKIRIN

Mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Muhamed Hasan 15’ê Gulanê ji aliyê hêzên Îranê ve di encama serdegirtina malê ya li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê de, hat binçavkirin. Heta niha jî malbat û parêzeran nekarîne hevdîtinê ligel Sewsen Muhamed de bikin û hat gotin ku Sewsen li girtîgehek ya Îtalaetê ya li Urmiyeyê ye.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, ragihand ku ji dema Sewsen Muhamed hatî binçavkirin ve tenê carek peywendiyek kurt a telefonê ligel malbata xwe pêk aniye û ji malbatê re gotiye ku ew li navendeke Urmiyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.

Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihandiye, çend caran malbatê ji bo zanîna çarenûsa keça xwe serdana dadgeh û navendên ewlehiyê yên Bokanê kirine, lê ti bersivek zelal nedane malbatê.