BI DÎMEN

Xwedêda Ilyas: Dixwazin bêyî Rêveberiya Xweser îdare ava bikin

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas destnîşan wiha got: ‘’Dixwazin li Şengalê îdare çênebe, sazî û dezgeh neyên avakirin. Em careke din teslîmî PDK’ê nabin.’’

HEVSEROKÊ DESTEYA RÊVEBER A ŞENGALÊ

Di nav çend hefteyên dawî de li Şengalê gelek rûdan û geşedanên siyasî û civakî pêşketin ku gelek ji wan mijaran weke rojevên germ berdewam dike. Çav li rê bû ku di serê meha Hezîranê de qeymeqamiya Şengalê û îdareya nû were ragihdandin, lê piştî destwerdanên dewleta Tirk û PDK’ê ev pêvajo hate taloqkirin. Li aliyê din, ji bo di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb de nakokî û pevçûn derkevin hewldanên tarî pêşketin ku li pişt van hewldanan siyaseta PDK’ê heye. Her wiha hikumeta Iraqê jî li şûna rê li ber van destwerdanan û hewldanên derxistina nakokiyan bigire, bi siyaseta xwe rê li ber wan vedike da ku zextên li ser Rêveberiya Xweser zêde bike.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas, di nav van rojevên germ de ji ajansa me ANF’ê re axivî û helwesta pêkhateyên Şengalê ya derbarê van mijaran de anî ser ziman, her wiha proseya veger û ji nû ve avakirina Şengalê nirxand.

‘WÊ PDK ÎDAREYA XWE ÇAWA LI ŞENGALÊ BIDE QEBÛLKIRIN’

Xwedêda Ilyas di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku li ser Şengalê planên siyasî berdewam dikin û wiha axivî: ‘’Bi Peymana 9’ê cotmehê re dixwestin îdareya Şengalê car din vegerînin PDK’ê û kesên ji Şengalê reviyane, lê kolanên Şengalê vê tiştê qebûl nake. PDK ji 2003’yan heya 2014’an li Şengalê bû, lê tiştek ava nekirin. Piştî 11 salan nekarîn parastina civakê bikin û di fermanê re derbas kirin. Ne tenê di fermana 2014’an de, di sala 2007’an de nekarîn Sîba û Tilezêr biparêzin. Wê çawa îdareya xwe careke din bi Şengalê bidin qebûlkirin? Ti aliyên siyasî êdî nikare xwe li Şengalê ferz bike, divê teqez îradeya Şengalê tê de hebe.’’

‘DIXWAZIN CIVAKA ÊZIDÎ Û GELÊ EREB LI HEV RABIKIN’

Xwedêda Ilyas destnîşan kir ku hewldan hene ku li Şengalê bêyî hebûna Rêveberiya Xweser sîstemek were avakirin û wiha berdewam kir: ‘’Dixwazin îdare çênebe, sazî û dezgeh neyên avakirin. Dîsa hewl didin civaka Êzidî û gelê Ereb li hev rabikin. Em bînin bîra xwe, piştî 2003’yan PDK’ê li Şengalê çi pêş xist, civaka Êzidî û gelê Ereb li dijî hev rakir. Li Şengalê li ser civaka Êzidî û gelê Ereb siyasetekî wisa qirêj tê meşandin. Me hêvî heye hikumeta Iraqê, pêkhateyên Şengalê li ber çav bigire. Eger li gor bernameya PDK’ê be, çawa ku Şengalê çol kirin wê 10 salê din jî wisa bimîne.’’

‘EM CAR DIN TESLÎMÎ PDK’Ê NABIN’

Xwedêda Ilyas ev tişt jî anîn ziman: ‘’Em ne li gel parçekirina Iraqê ne, me divê Iraqa federal û demokratîk were avakirin. Wekî civaka Êzidî em xwe wekî gelê Iraqê dibînin. Me 74 ferman dîtin lê me terka vê axê nekir û me ev ax parast. Di fermana 2014’an de ala Iraqê li ser Çiyayê Şengalê ma, bi keda şervanên Êzidî. Pêwîst e hikumeta Iraqê vê rastiyê ji bîr neke. Em car din teslîmî PDK’ê nabin.’’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bang li hikumeta Iraqê kir da ku xwedî li biryara xwe derkeve û 30’ê Hezîranê deriyê kampên li Başûrê Kurdistanê bigire, bernama vegera koçberan pêk bîne.