BI DÎMEN

Vaye enqazê SÎHA ya ku ji aliyê gerîla ve hate xistin

Dîmenê Balafira Bêmirov a Bombebarkirî (SÎHA) hate weşandin ku ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 8'ê Hezîranê daxuyaniyek da û diyar kir ku gerîlayan li Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa ANKA ya dewleta Tirk xistine xwarê.

Dîmenê SÎHA ya hate xistin ji aliyê Rojnewsê ve hate weşandin. Di dîmenan de parçeyên ji ber SÎHA mane tê dîtin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hatibû gotin, "6'ê Hezîrana 2024'an saet di 23:00 de li ezmanê Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li Qendîlê ve hat xistin. SÎHA ya bi tîpa ANKA li nêzî bajarê Dûkanê yê li rojavayê Asosê hate xistin."