Bavê şehîd Şoreş Karerê ji pêşengên şerê tunelan koça dawî kir

Kemal Ebaszade, bavê gerîlayê Hêzên Parastina Gel Şoreş Karer (Çawiş Ebaszade), ku yek ji pêşengên şerê tunelan bû, ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Kemal Ebaszade, bavê gerîlayê Hêzên Parastina Gel Şoreş Karer (Çawiş Ebaszade), ku yek ji pêşengên şerê tunelan bû, ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir.

Kemal Ebaszade ji gundê Qizilkendiyê ye ku ser bi bajarê Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ye.

Merasîma sersaxiyê doh li Mizgefta Elresûl Taxa Wehdetê dest pê kir û wê heta du rojan berdewam bike.

Şoreş Karer li çiyayên Kurdistanê di pêşxistina taktîka şerê tunelan de xwedî roleke pêşeng bû ku îro bûye tirsa dewleta Tirk a dagirker. Şoreş Karer tevî hevalên xwe li Çiyayê Gabarê berxwedaneke bêhempa ya 50 rojî li dijî dagirkeriya Tirk meşand û di 1’ê Hezîrana 2018’an de di dema şer de li herêma Şirnexê tev li karwana nemiran bû.