BI DÎMEN

‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’

Aso Ferzad (Seyît Perendegel) ê ku 18’ê Mijdara 2022’yan li navçeya Gimgim a Mûşê şehîd bû, di kêliyên xwe yên dawî yên li mala ku hatî dorpêçkirin de, li ser dîwar ‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’ nivîsand.

ŞEHÎD ASO FERZAD

Gerîlayê Rojhilatî Aso Ferzad 18’ê Mijdara 2022’yan di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe. Wêneyên têkildarî kêliyên dawî yên Ferzad, bi dest ketin. Di wêneyan de tê dîtin ku Ferzad ê ku berxwedaneke mezin raber kir, li ser dîwar ‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’ nivîsandiye.

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar têkildarî berxwedan û şehadeta gerîla Aso Ferzad nivîsek nivîsand. Em nivîsa Gabar bi xwînerên xwe re parve dikin:

“Ez ê lehengekî di gotarekê de bi cih nekim, ez ê yek ji zarokên li rojhilatê welatê min ê herî bedew, wêrek û leheng Aso, vebêjim, binivîsim û bandora wêneya wî ya dawîn li ser mejî û dilê min çêkiriye, kûrahiya hestên min û bi rûmeta PKK’yîbûnê ji bo parve bikim bi rojan difikirim. Wateya Aso bi gotinan nayê gotin, têgihiştin û ravekirina wî zehmet e. Ne xemgîniya min û ne jî serbilindiya min di nav gotinên naskirî de bi cih nabin. Girêka qirika min, hundirê min bi dîtina wî wêneyî çareser nabe û kozê dilê min tu carî nizane bibe xwelî. Gelo wêneyek dikare bandoreke wisa li ser jiyana mirov bike û ewqasî biguherîne?  Îsal, du wêneyan hiştin ku ez bi kûrahî li mirovatiya xwe, dilsoziya xwe, êşa xwe, evîna xwe û hêrsa xwe bipirsim. Yek wêneyê Abbas ê ku Şervan li ser pişta xwe kiribû û ya din jî wêneyê Aso yê bûye Zîlan...

Hûn dizanin, hin kes hene ku di nihêrîna pêşîn de dilê we germ dikin, meraq û xwesteka naskirinê bi we re çêdikin. Dema ku min cara yekem hevrê Aso nas kir, bêyî ku ez sedema wê bizanibim, min ev hest bi tundî jiya. Adara 2022’yan bû. Min hevrê Aso li Akademiya Hakî Karer nas kir. Her çiqas min hevrê qet nas nedikir û der barê wî de tiştekî ne erênî û ne jî neyînî nebihîstibû jî bala min kişandibû. Helwesteke wî ya serhildêr bû, lêgerîner, di cihê xwe de nedisekinî, bi hêsanî qebûl nedikir û bi hêsanî tatmînnedibû, hebû. Pir bi baldarî guhdar dikir, ji bo tiştên ku tên gotin bi kûrahî fêm bike çavên wî yên dibiriqîn, bi pirsên ku zîrekbûna wî derdixist holê û bi sekna xwe ya serhildêrî bandor li ser min kir. Aliyê wî yê anarşîst, jêhatîbûna wî ya pratîk, berpirsiyariya xwe perwerdekirinê, nerîna wî yên cuda, hişmendiya lêkolînerî, hêza wî ya parvekirin û bandorkirina li ser mirovan hevrê Aso ji hevrêyên din cuda kir. Hêza aqilê wî, kûrahiya baweriya wî û dizanîbû bi çi dixwaze, bawerî dida derdora xwe. Ev tilsima Aso bû. Aliyê wî yê pêşengtiyê li pêş bû. Axaftin û meşa wî bi azwerî û bi kelecan bû. Ew ne wek yên din bû, mîna ku wextê wî pir hindik e, diviyabû bi lez biryarekê bigire an jî bigihêje cihekî dijiya.

Hevrê Aso di nav gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê mezin bibû û welatparêziya wî pir balkêş bû. Hezkirina wî ya ji bo welat sînor derbas dikirin û gotinên hezkirinê yên ji bo mirovatiyê û ji gotinê wêdetir enerjiya wî ya tevlêbûna jiyanê, herikbariya wî û kelecana wî dihat dîtin. Aso ji çiya û gerîla hez dikir. Kesên ku ji çiyan hez dikin wek çiyayan in. Ew mîna çiyayê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê. Hevrê Aso mîna çiyayekî bû, bi mirovan re hestê baweriyê çêdikir, hesta ku di tu şert û mercî de te bi tenê nehêle diafirand. Hevrê Aso bi qasî esaletê xwedî zerafetekê bû, hestewariyek ku dilê mirovan dihejand û esaleteke ku dest dida ruh pê re hebû.

Bêyî ku wî baş nas bikim û gelek kêlî û bîranînan pê re parve nekiribû jî van hestan di min de afirand. Aso xortê leheng ê van ax û çiyayan bû. Li dijî dagirkerî û qirêjkirina axa welatê me şer kir. Aso ji welatê xwe, çiya û hevrêyên xwe re dilsoz bû. Ev evîna mezin û rast ne tenê evîna Aso bû. Hezkirina gerîlayên ku çiya di dilê xwe dihewandin, li dijî demê dijiya, bi xeyalên xwe ve girêdayî bû. Hezkirina welat û hevrêtiyê ne wek evînên din evîneke manewî bû. Lêbelê, bi sînorên zanînê yên di serdema me de, evîn tenê dikaribû bi bedenî be.

Ji aliyê din ve evînên manewî di kûrahiya dîrokê de hatin veşartin û di çîrokan de man. Ma mirov dikare ji welatek an partiyekê bi qasî bimire jê hez bike? Ma ew dikaribû evîndarê çiya, kevir, ax, av û kêzikên wî welatî bibe? Ma fêhmkirin, vegotin û nivîsandina hezkirina hevrê Aso pêkan bû? Abbas dema ku Şervan li ser pişta xwe kiribû ew hestên ku dijiya? Beriya ku Aso xwe parçe parçe bike ew raman, hest û hêrsa li hemberî xiyantê çawa dikare were ravekirin?

Mirov biqasî jiyanê, mirinê jî pênase dike. Mirovên tirsonek ji bo ku neyên kuştin dijî, lê mirovên wêrek bi baweriya xwe mirinê dide ber çavên xwe û wateyên cuda li mirinê bar dikin. Ev xaçepirseke ku bersiva wê di pirtûkan de nehatiye nivîsandin. Yên ku dilê wan têra xwe mezin e çareser bikin, ne yên ji rêzê.  Yên ku dilê wan tarî û aqilê wan kor e, divê tu carî nêzî vê rastiyê nebin. Nexwe ew ê di agirê vê evînê de bişewitin. Mirov di nefesa xwe ya dawî de çi dibêje û dike, ew rastiya wî ya herî bingehîn e. Di gotinên wê kêliyê de cihê derew, hesab û dirûtiyê nemaye. Bi nefesa xwe ya dawî re gotinên xwe yên herî kûr, herî bi wate û bêderew li ser dîwarê evînê ku lê şer kir, nivîsand û ji bo heqîqetên ku jê bawer dikir xwe perçe perçe kir. Hevrê Aso di bihara 2022’yan de ber bi Dersimê ve dest bi meşa dirêj a azadiyê kir. Ew ê cihê ku wê biçûya qet nas nedikir û nizanîbû, dîsa wî ji evîna wî dûr bixe. Aso di 17’ê Mijdara 2022’yan de li maleke li gundê Armûtkaşî yê navçeya Gimgim ê Mûşê hatibû dorpêçkirin, heta guleya dawî şer kir. Hevrê Aso Ferzad ku li mala dorpêçkirî bû, teslîm nebû û bombeyên destan avêt dijmin û li bangên teslîmbûnê bi gulebaranê bersiv da. Di dema pevçûnê de li ser dîwarên malê bi pênûsa şîn nivîsên “Bijî Reber Apo”, “PKK’yîbûn rûmet e”, “Di pirtûka me de teslîm bûn tuneye” û “Ez PKK’î me” wî şer kir. Paşê, wî ev nivîs bi gulên xwînê û şopên guleyan xemiland. Piştî ku guleyên wî qediyan wekî PKK’iyekî, bombeya xwe bi xwe de teqand. Ji bo heqîqeta ku jê bawer dikir, ji bo evîna rasteqîn mirin dabû berçavên xwe. Hezar pirtûk bixwînim û di gelek perwerdeyên akademiyê de derbas bibim jî, wê bi qasî nivîsên li ser vî dîwarî wê bandorê li ser dilê min neke.

Helbet erka me ye ku em rastiya kesayetî û sedemên civakî yên ku dibin sedema vê çalakiyê fêm bikin û çareser bikin. Divê em çîroka li pişt vê çîroka lehengiyê ya ku bi wêrekiyeke mezin pêk hatiye, berpirsyarî û erkên ku ji bo pêşerojê li ser me ferz dike, bi xurtî fêm bikin. Em deyndarî Aso ne. Dîvê em bi qasî dilê xwî bedew bin, wekî mejiyê wî azad bin, wekî kenê wî sade bin, wekî nerîna wî kûr bin. Weke ku hevrêyê me Aso diyar kir, di pirtûka me de teslîmiyet nîne û hevrê Aso PKK ye.”