HPG: Li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorek hatin îmhakirin

Li Zapê teqemeniyekî qedexekirî, 2 kamera û projektorekî artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7'ê Hezîranê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê teqemeniyeke qedexekirî, sîstema kamera û projektorek ku dagirkeran dixwestin li tunelên me bi cih bikin, bi taktîka sabotajê hatin îmhakirin.

7'ê Hezîranê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

7'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7'ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Xinêrêya Jor, Girê Şehîd Şerîf 2 caran, li herêma Garê qadên Girê Reşîd, Girê Sîser, Deriyê Hirçê, Gûzê, Deşta Kafya, Girê Zengilê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li Herêma Qendîlê qada Girê Şehîd Argêş 2 caran; bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Hezîranê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."