GOTAR

Wateya jîngehê di nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de

Têkiliya li gel siruştê û bi wê re yekbûn gewherê aboriya civakî ye. Bi gotineke din tenê ne girîng e ku em daran biçînin, her wiha divê em felsefeya çandina daran jî fam bikin.

JÎNGEHA KURDISTANÊ

Çiya, deşt, dar û deviyên Kurdistanê di nav êş û azarê de dijîn. Niha siruşt û jîngeha Kurdistanê ya rengîn ketiye bin siya çekên kîmyayî yên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gerîlayên azadiyê tên bikaranîn. Gerîla bi jiyana xwe hemû axa Kurdistanê ji dagirkeran diparêze. Li hember van êrişan jî bêdengî û bêhelwestiyek heye.

Modernîteya kapîtalîst ku zihniyeteke faşîst û dirinde pêş dixe û siruştê kavil dike, tekane alternatîfa wê modernîteya demokratîk e. Modernîteya demokratîk ku fikr û paradîgmaya Rêber Apo ye, ji azadiya jinan, ekolojî û demokrasiyê pêk tê.

Em dikarin bipirsin ka gelo ekolojî çi ye û di nav paradîgmaya Rêber Apo û modernîteya demokratîk de çawa û bi çi şêwazê jê hatiye behskirin. Destpêkê em dibêjin ekolojî zanistek e ku li ser têkiliya navbera civak û jîngehê lêkolînan dike. Em bi vê pênaseyê fêm dikin ku famkirin û xebitîna di nav ekolojiyê de tê wateya xebitîna ji bo civakê. Di heman demê de Rêber Apo der barê ekolojiyê de dibêje ku ew hişyariya sînordar ku der heqê jîngehê de çêbûye, pêngaveke şoreşgerî pêk tîne. Lewma pêwîst e bi rêya hişyariya civakî siyaseteke exlaqî, hezkirin û rêzgirtina li siruşt û jîngehê bê pêşxistin. Ji ber ku ji ber kapîtalîzmê mirov li jîngeh û siruştê hatiye biyanîkirin.

Li gor ramanên Rêber Apo têkiliya navbera mirov û siruştê têkiliyeke mîtolojîk e. Ji ber ku gava ku em vedigerin nav naveroka mîtolojiyê, em dibînin ku mîtolojî siruştê wek cismekî zindî dibîne ku her tim bi mirov re di nav têkiliyê de ye. Lê belê bi fikra zanista pozîtîvîst ku çekeke bihêz a lîberalîzm û kapîtalîzmê ye, siruşt tiştekî bê ruh e û di navbera mirov û siruştê de tu têkiliyek tune ye. Nexwe ji bo peydakirina têgihîştineke rasteqîne li hember ekolojiyê, pêwîstiya me pê heye ku em vegerin mîtolojî yan dîroka kevnar a xaka Kurdan. Mijareke din a têkildarî ekolojiyê famkirina azadiya jinan e, bi gotineke din famkirina jineolojî û felsefeya jin, jiyan, azadiyê ye. Ji bo ravekirina vê pirsê pêwîst e ku em li dîroka şoreşa çandiniyê, ango li şoreşa neolîtîkê binêrin ku 12 hezar sal berî çêbûna şaristaniyeta desthilatxwaz, baviksalar û şîdetxwaz a Sumeran pêk hatiye. Jin her dem pêşenga civakê bûye û xwedîtî li destkeftiyên mirovatiyê kiriye û xwedawenda erd û asîmanan bûye. Di dawiyê de em dibêjin ku zanista ekolojiyê, bi taybetî di modernîteya demokratîk de, hezkirina ajal, siruşt û hemû jîngehê hezkirina ji mirovan e. Ango têkiliya li gel siruştê û bi wê re yekbûn gewherê aboriya civakî ye. Bi gotineke din tenê ne girîng e ku em daran biçînin, her wiha divê em felsefeya çandina daran jî fam bikin.