Qurbaniyên Komkujiya 9’ê Hezîranê hatin bibîranîn

Koma Nasnameya Kurdistanê qurbaniyên Komkujiya 9'ê Hezîrana 1963’yan bi bîr anî û xwest Komkujiya 9'ê Hezîranê weke qirkirin bê qebûlkirin û berpirsyar bên cezakirin.

KOMKUJIYA 9’Ê HEZÎRANÊ

Koma Nasnameya Kurdistanê bi boneya salvegera Komkujiya 9'ê Hezîrana 1963’yan li ser gora Helbestvan Şêrko Bêkes a li kêleka Bîrdariya 9'ê Hezîranê ya li Silêmaniyê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê çalakvan Zehra Arif ve hat xwendin de wiha hate gotin; “Divê hikûmeta Iraqê ji ber komujiyên li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê lêborînê bixwaze. Dema ev komkujî dihatin kirin, dadgeheke navneteweyî ya ku bikaribe pêşî li sûc û komkujiyan bigire, tune bû. Em daxwaz dikin ku Iraq bibe endamê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî û ji bo ku kurd li Başûrê Kurdistanê rûbirûyê komkujî û qirkirinê nebin, Peymana Romayê îmze bike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat xwestin ku Komkujiya 9'ê Hezîranê weke jenosîdê bê qebûlkirin, ji bo malbatên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, tazmînat bê dayîn û berpirsyarên komkujiyê bên cezakirin.

Di 9'ê Hezîrana 1963’yan de Zaîm Sadık ferman da hêzên leşkerî ku li Silêmaniyê lêgerîna çekdarî pêk bînin û qedexeya derketina derve îlan kir. Wê rojê 82 welatiyên Kurd ku di nav wan de mamoste, bazirgan û ciwan jî hebûn ji aliyê hêzên rejîma Baas ve hatin girtin. 82 welatiyên hatibûn desteserkirin piştre li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi awayekî hovane hatin qetilkirin.