Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşên hewayî yên piştî êrîşa li ser navenda TUSAŞ'ê ya li Kahramankazan a Enqereyê hatin destpêkirin, bi tenê bûyerên tundiyê yên li herêmê kûr dikin. Bombardûmana li ser gelek navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî li Kobanê, jiyana gelê sivîl dixe metirsiyê. Bandora hilweşîner a şer ji bo hemû aliyên li herêmê dibe felaketeke mezin. Operasyonên leşkerî yên li hemberî sivîlan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Dewamkirina şer wê bi tenê bibe sedema zêdebûna windahiyan û girankirina êşê. Em bang li aliyan hemûyan dikin ku rêyên çareseriya aştiyane û diyalogê bipejirînin."