YBŞ: Şervanekî me şehîd bû, 2 jî birîndar bûn
YBŞ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şervanekî wan şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne.
YBŞ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şervanekî wan şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, doh êvarê êriş li ser maleke sivîl hate kirin û di encamê de jinek birîndar bû.
Hate ragihandin ku îro serê sibehê jî saet di 10:20 û 11:05'an de dewleta Tirk a dagirker 2 êrişên hewayî pêk anî.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişan de ku li ser baregehên YBŞ'ê hate kirin, şervanekî YBŞ'ê şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.