Dewleta Tirk 16 caran bombe li Şengalê barand

Dewleta Tirk a dagirker şeva Pêncşemê li Şengalê herî kêm 16 caran bombe li 10 herêman barand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer û balafirên bê mirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Şengalê dibarînin.

Hate ragihandin ku nîvê şevê 10 herêmên Şengalê herî kêm 16 caran hatin bombekirin. Li ser encama bombardûmanê agahî bi dest neket.

Li gorî agahiyên destpêkê herêmên ku hatine bombekirin bi vî rengî ne:

– Çil Mêra û Amûd: 4 caran

– Girê Şehîd Şengal (Navenda Şengalê): 2 caran

– Sikêniyê: Carekê

– Girê Şehîd Sîpan: Carekê

– Taxa Hey Nasir: Carekê

– Sîba Şêx Xidir: 2 caran

– Xeta Ereban: 4 caran

– Geliyê Şilo: Carekê