Ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan gelek çalakî hatin lidarxistin

Bi pêşengiya hêzên YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li Zap, Xakurkê û Metînayê gelek çalakî hatin lidarxistin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Em fermandara xwe ya nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera wê de bi hurmet bi bîr tînin ku bi sekn, berxwedan û şehadeta xwe li dijî xiyanet û teslîmiyetê bû sembol. Bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê di çalakiyên ji bo bıranînê de derbên giran li dagirkeran hate xistin."

Di daxuyaniya HPG'ê de agahiyên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

21'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li traktorekê hate xistin ku malzeme ji dagirkeran re dibir.

23'ê Cotmehê saet di 04:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkrean hate xistin. Di encama çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, kamerayeke mobesse hate îmhakirin.

23'ê Cotmehê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker birîndar bûn.

23'ê Cotmehê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

23'ê Cotmehê saet di 13:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî li droneyeke dagirkeran hate xistin, drone hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê teqemeniyên dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

Li Herêma Xakurkê;

21'ê Cotmehê saet di 11:00 de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

21'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Di encamê de dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Cotmehê saet di 01:15'an de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê kamerayeke mobesse ya termal a dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

24'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomoatîk li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek birîndar bû, derb li çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî:

20 û 21'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

20'ê Cotmehê li Heêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

21, 22 û 23'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Xinêreya Jor, Kendekola, Lolan, Qele, Sinînê 12 caran, li Herêma Garê qadên Sêdarê, Deşta Kafya, Mam Nêçîr, Zêvkê, Girê Reşît, Rêbînê 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metînayê 4 caran, li Herêma Qendîlê qada Girê Savaş carekê; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20, 21 û 23'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf û Sinînê 17 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna û Dergelê 22 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 9 caran; bi giştî 48 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."