BI DÎMEN

Ji MAK'ê çalakî: 2 polîs birîndar bûn, qemyonek hate îmhakirin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de li Gever û Sêweregê sê çalakî kirine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 2 polîs birîndar bûn, qemyonek jî hate îmhakirin.

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) diyar kir ku 22'ê Cotmehê saet di 22:00 de li navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî navenda polîsan al i taxa Eskî Kişlayê bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de 2 dagirkerên li ber qereqolê birîndar bûn. Dagirkeran yekser li derdora xwe reşandin û demekê di navbera milîsên me û dagirkeran de şer qewimî. Piştî çalakiyê dagirkeran bi wesayitên zirxî li nava taxê lêgerîn kirin."

MAK'ê diyar kir ku di vê çalakiyê de derb li 2 wesayitên bi tîpa Ford Ranger hate xistin û milîsên wan bi rengekî ewle vekişiyan cihên ewle.

MAK'ê ragihand ku êvara 19'ê Cotmehê jî li nêzî gundê Kaynar ê navçeya Sêwereg a Rihayê li hemberî qemyoneke "faşîstan" çalakiya sabotajê kirin û di encamê da qemyon hate îmhakirin.